Çaresernebûna Pirsa Kurd/Kurdistanê, Bes Zerarê Nade Kurdan, Zerarê Dide Tirkan Jî

Kurd24

Kurdistan, çar parçe ye. Neteweya kurd jî girêdayî parçebûna Kurdistanê, parçe bûye.

Di vê qonaxê de neteweya kurd, bes li Başûrê Kurdistanê desthilatdar û serwer e. Li Başûrê Kurdistanê, neteweya me, xwediyê mafên xwe yên milî ne.

Neteweya me, li hemû parçeyên din (li Bakûrê Kurdistanê, li Rojhelata Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê) ji mafên xwe yên milî bêpar e.

Li sê parçeyên Kurdistanê ji bona ku mafên milî bên qezenç kirin, demekî dirêje ku têkoşîna serxwebûn û azadiyê didomîne.

Di hemadem de li her parçeyeke Kurdistanê jî, têkoşîna milî di şertên cûda de dimeşin.. Loma jî têkoşîna milî li her parçeyeke Kurdistanê, xwediyê taybetiyên cûda ne.

Pirsa min esil û bi taybet, ji bona Bakûrê Kurdistanê ye. Lê ji bona parçeyên din jî, bi awayekî giştî derbas dibe.

Hîç şik tune ye ku dewleta kolonyalîst a Tirk, bi her awayî zerar dayê neteweya kurd.

Kurd tune qebûl kiriye. Ziman û çand û dîroka kurdan qedexe kiriye. Loma jî kurdan nikariye hêjayiyên xwe yên milî pêş bixe. Bi zimanê xwe bixwîne û binivsîne. Mecbûr bûye ku bi zimanê biyanî ya neteweya Tirk bixwîne û binivîsıne. Bi zimanê Tirkî perwerde bibe. Ew jî bûye sedem ku zarokê û ciwanên kurdan di perwerdeya xwe de pêş nekeve. Ji duzimanbûna xwe îstifa neke.

Dewleta kolonyalîst, ji bona ku Kurdistan dagir û îlxak kiriye, neteweya kurd nikare welatê xwe bi awayekî azad û serbixwe pêşve bibe.

Li Kurdistanê ji bona ku sîstema kolonî û dagirker heye, hilberî û berhema neteweya kurd jî kêm e. Bê qelîte ye.

Neteweya kurd, dema dît, ku welatê wan Kurdistan hatiye dagir kirin û mafên wê yên milî hatine qedexe kirin, wê demê neteweya kurd xwestiyê mafên xwe bi rêyeke sıyasî û mirovanê qezenç bike.

Hezar mixabin dewleta dagirker û kolonî ya Tirk, bi hêza xwe ya milîtarîstî hatiye ser wan, qetlîam çêkiriye. Qetlîam, tunekirina neteweya kurd bûye.

Mirovên kurd yên têgihiştî û karbidest, di qetlîaman de telef bûne, hatine kûştin, ji  holê rabûne. Ew jî bûye sedem ku civat bê serek û bê serok û bê karbidest bimıne.

Li welêt tunebûna çandî û ilmî dest pê bike.

Li Kurdistanê ji bona ku sîstem/pergela kolonî heye, loma jî li Kurdistanê sîstema aborî paşve mayî ye. Kapıtalîzm pêş neketiye.

Loma jî li Kurdistanê gor demê pêşketin û gav avêtina aboriyê nabe. Sîstema paşvemayî, di mejî û çandê de jî paşvemayin qewimandiye.

Ji bona neteweyekê kêmasiya mezin, ew li welatê xwe desthilatdar û serwer nebe. Kurd jî li welşatê xwe Kurdistanê desthilatdar û serwer nînin.

Mirov dikare zerara neteweya kurd bi hezar xalan bîne ser zimên.

Hîç şik tune ye ku çareneserbûna pirsa kurd/Kurdistanê, zerareke mezin ya aborî, malî, çê dike. Kurd mecbûr dibin ku welatê xwe terk bikin. Biçin li welatê tirkan, rojava bi cîh bibin. Ev yeka jî, ji bona wan û bona tirkan dibe sedemê pirsgirêkên civakî û psîkolojîk.

Di hemand dem de baweriya kurdan li hemberî tirkan dişkîne. Kurd bi çavekî baş li tirkan, tirk jî çi çavekî baş li kurdan mêze nakin. Di navbeyna herdu terefen de danûstandineke bi bawerî çê nabe.

Çarernebûna pirsa kurd/Kurdistanê, dibe sedem ku hiqûq ji holê rabe, desthilatdariya hiqûqê çê nebe; maf û azadiyên şexsî û kollektîf jî, binpê bibin.

Lê ez dixwazim li ser pirseke din ya girîng ku heta nûha ji aliyê neteweya Tirk û karbidestên wan de nehatiye tespît kirin rawestim. Bersîva pirsa xwe ya, ku min di sereknivîsa xwe de aniye ser zimên, bersîv bikim.

“AZADÎ WENDEKİRINA NETEWEYA TIRK”…

Çaresernebûna pirsa kurd/Kurdistanê bes zerarê nade neteweya kurd. Ez di wê baweriyê de me ku neteweya Tirk jî, ji vê yekê zerareke mezin dibîne.

Gotineke bi navûdeng û hatiye ceribandin heye. Ev gotina jî, “mîletê serdest û kolonyalîst ji bona ku azadiyê neteweyê bindest ji holê rakirine û serxwebûna wan ji wan girtine; ew  bi xwe jî ne azad in û ne serbixwe ne.”

Loma di destpêkê de dikarim bibêjim ku ji bona neteweya kurd ne azad e û ji mafên xwe yên milî û serwerî û desthilatdariya bêpar e; neteweya Tirk jî ne azad e, bi her awayî ne serbixwe, serwer, desthilatdar e.

Loma jî li Tirkiyeyê sed sal e ku ji bona neteweya Tirk jî ev kêmasiyan tên ser zimên.

NEXWEŞİYA NÎJADPERESTÎ ÇÊKIRIN…

Dewleta Tirk, neteweya kurd tune qebûlkirin, nexweşiyeke mezin di laşê tirkan de çêkir û vîruseke xeter xist laşe Tirkan. Ew nexweşî û vîrus jî, nîjadperestî, ji gelên cîran re dijminitî, êrişkerî ye. Ji vê mezintir zerarek li miletekî nabe.

Ew nîjadperestî dibe sedem ku karbidest, dewlet, hikûmet pirsên gelê tirk jî çareser nekin. Lewra dema ku pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî yên gelê tirk tên rojevê; karbidest, hikûmet, dewlet, ji bona xwe li ser piya bihêle, pirsa neteweya kurd sedem nîşan dide, wan pirsgirêkan çareser nake.

Ew nîşanperestî dibe sedem ku gelê tirk her dem mecbûr bibe ku ji dewlet, hikûmet, karbidestan re bibin alîkar.

Ew nîjadpertestiya dibe sedem ku gelê tirk pêşiya xwe nebîne û ji hikûmetê, dewletê, karbidestan re mûxalefet bike. Daxwazên xwe yên demokratîk, maf û azadiyan, civakî, siyasî bîne ser zimên.

HIQÛQ JI HOLÊ RABÛN ZERARÊ DIDE TIRKAN JÎ…

Dewleta  Tirk, ji bona ku li Kurdistanê dagirker û kolonyalîst e, hiqûqê nas nake. Li hemberî hewlewaliyên kurd bê hiqûqî dike. Bi taybetî jî li hemberî tevgerên milî û rêxistinên Kurdistanê hiqûqê hîç bi awayekî nas nake.

Li Kurdistanê hiqûqnenasî, hiqûq binpêkirin di heman dem de dibe sedem ku li hemberî hemwelatiyên Tirk jî bê hiqûqî bibe. Hiqûq di dewletê de desthilatdar nebe. Karbidest, kêyfî hiqûqê bimeşînin.

PÊŞIYA AVABÛNA JIYANA DEMOKRATÎK Û REJÎMA DEMOKRASIYÊ GIRTIN…

Ji bona mirovatiyê hate nûha hatiye ceribandin ku rejîma baş û li berjewendiya neteweyan û gelan, rejîma demokrasiyê ye. Lewra demokrasî ji jiyana civakî, neteweyî, çandî, fikrî, olî, mezhebî re derfeta jiyaneke plûral çê dike.

Demokrasî, dibe sedem ku hemwelatî ji aliyê çandî, ilmî, perwerdeyî, aborî de pêş bikevin.

Li dewleteke ku pirr netew û kêmnetew dijîn, pîvan û qalîteya demokrasiyê, bi mûameleya wê dewletê li hemberî neteweyan bindest û kêm neteweyan diyar dibe. Dewleteke demokratîk, ji mafên neteweyan û kêmneteweyan re rêzdar dibe. Mafên neteweyan û kêm neteweyan nas dike.

Di hemandem de krîtere demoktarîkbûna dewletekê û rejîma demokrasiyê, helwesta wê ya li hemberı maf û azadiyên şexsî û kollektîf diyar dibe.

Dewleteke ji maf û azadiyên şexsî û kollektîf re rêzdar be, wan mafan biparêze, ew dewleta û rejîma demokrat dibe.

Ev pîvanan ji bona dewleta Tirk û rejîma Dewleta Tirk jî derbas dibe û dibe skalaya demokrasiyê.

Hezar mixabin ji bona ku Dewleta Tirk, mafên milî yên neteweya kurd û kêmneteweyan nas nake û binpê dike; ji maf û azadiyên şexsî û kollektîf re rêzdar nîne û wan binpê dike; bi tevayî di dewleta Tirk de ji bona tirkan jî demokrasî tune ye.

Loma em dehen sal in, ku dibêjin “demokratîkbûna dewleta Tirk, bi qezençkirina mafên milî yê kurd û naskirina wan dibe.

Hîç şik tune ye, Dewleta Tirk ji bona kurdan ne demokratîk e, lê ji bona tirkan jî ne demokrat e.

Heger Neteweya Tirk, dixwazin, ku dewleta wan bibe dewletek demokratîk, divê ji mafên milî yên kurdan biparêzin.

Li Kurdistanê dagirkerî û kolonyalîzm dawî be.

XURTKIRINA MILÎTARÎZMÊ Û MESERÎFÊ LEŞKERÎ ZÊDEKIRIN DIBE SEDEM KU TİRK JÎ FEQÎR BIN, ABORİYA WAN TÊK BIÇE…

Dewleta Tirk ji bona ku li Kurdistanê dagirkerî û kolonyalîzma xwe bidomîne, neteweya kurd di bin hegemonya û bandora wan de be, zora tevgerên milî û rêxistinên Kurdistanê bibe; divê milîtarızmê xûrt bike û meserıfê leşkerî zêde bike.

Baş tê zanîn ku heta nûha li Hemberî Tevger û Serhildanên milî yên Kurd trîlyoneke dolat pere hatiye xerç kirin.

Ji bona ku mîlîtarızm xurt bibe û li ser piya bisekine, meserîfekî mezin tê kirin. Di baca Dewleta Tirk de meserîfê mezintir, ji bona leşker û milîtarızmê dibe.

Ew jî dibe sedem ku Tirk jî feqîr bibin, bi giştî jî aboriya Dwewleta Tirk xerab bibe.

ÇAND Û ZIMANÊ TIRK QELS KIRIN….

Li welatekî û dewleteke pirr netewe û kêmnetewe hene, ew ji aliyê ziman û çand de dewlemendiyek e.

Li Tirkiyeyê, hebûna kurdan û kêmneteweyan ji bona çand û zimanê Tirk jî dewlemendiyek e.

Hezar mixabin ji bona ku ziman û çanda kurd, yên kêmneteweyan qedexe ne; ziman û çanda Tirk jî qels ketiye.

Li Tirkiyeyê cehaleteke mezin çê bûye. Cîran, cîranê xwe nas nake ku tirk e, an kurd, de û an jî ji kêmneteweyekî din e. An jî elewî ye, an jî sûnî ye. Misilman e û an jî Xiristiyan e.

Ji vê yekê xerabtir tiştek nabe.

Baxçe bi pirr reng gulan baxçeyê. Dema tu li baxçeyê gulan û kulîlkên heyî ji holê rakî, baxçe jî ji holê radibe.

Nûha li Tirkiyey rewş ewqas xeter û ne însanî ye.

Ji bona van xeteriyan, divê neteweya tirk, gelê Tirk ji kurdan zêdetir mafên kurdan biparêzin; çareserbûna pirsa kurd/Kurdistanê ji dewleta xwe, ji hikûmet û karbidestên daxwaz bikin.

Amed, 27. 08. 2018