Tevgera Barzaniyan û Serok Barzanî, Sembola Serxwebûna Kurdistanê û Serweriya Neteweya Kurd in

Kurd24

Serok Barzanî di Kongreya Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistan Ya 8emîn de Axevtineke Dîrokî Kir: Encama Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û Serxwebûna Kurdistanê Carek Din Gelek Bi Zelalî Parast. Got Ku “Em ji serxwebûnê venagerin û ti carî peyatiyê qebûl nakin.”

Serok Mesûd Barzanî, di  Kongreya Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê Ya 8emîn de, gotereke dîrokî pêşkêş kir. Li ser gelek mijarên dîrokî, siyasî, têkoşîna neteweya kurd nerînên xwe diyar kir.

Di axevtina Serok Barzanî de xal û mijarên gelek balkêş hene. Ez van xalan di destpêkê de bi şiroveyekê, radestî xwendevanan dikim.

Pişt re jî li ser mijar û ekola Tevgera Barzaniyan û terbiya vê ekolê ya milî rawestim.

Lewra Serok Barzanî beriya PDKê endamê Tevgera Barzaniyan ya dîrokî û milî ye. Terbiya wî ya milî û qerardariya wî ya di serxwebûna Kurdistanê û serweriya neteweya kurd de ji wê serkaniyê tê.

Di axevtina Serok Barzanî de mijara yekemîn, mijareke gelek xwezayî ye. Serok Barzanî li ser mîsyon, rol, têkoşîna law û ciwanên Kurdistanê radiwestê. Gelek bi zelalî diyar dike ku law û ciwanên Kurdistanê di Şoreşa Milî ya îlonê û Şoreşa Milî ya Gulanê de xwediyê roleke mezin bûn. Di Şoreşan de fedakariyên mezin kirine û gelek şehîd jî dane.

Serok Barzanî dîsa diyar dike ku law û ciwanên Kurdistanê piştî ev şoreşên milî yên dîrokî jî, rol û mîsyonmeke mezin di tevgera milî ya Kurdistanê lêhistinê û bi taybetî jî ji rola wan ya di referandûma serxwebûna Kurdistanê û pêşkevtina Kurdistanê de jî qal dike.

Serok Barzanî diyar dike ku wî her dem ji têkoşîna law û ciwanên Kurdistanê re û ji yekîtiya wan re piştgir bûye. PDKê jî heman wezîfeya xwe pêk aniye.

Hîç şik tune ye ku Serok Barzanî jî, di zaroktiya xwe de beşdarî Şoreşa Milî ya Kurdistanê bû. Gelek aşkere ye ku ew jî endamekî yekîtiya lawan yê gelek xwezayî ye. Pêşmergebûna wî jî, ji wir dest pê dike û heta Serokbûna wî domandiye. Serok Barzanî di vê qonaxê de jî xwe wek pêşmergeyekî terîf dike.

Kongreya Yekîtiya Lawên Demokrat yên Kurdistanê jî, ji pêşmergeyên qehreman re hat pêşkêş kirin. 

Serok Barzanî di kongreyê de li ser têkoşîna neteweya kurd ya dîrokî radiweste dibêje ku têkoşîn û şoreşa milî ya neteweya kurd ji Kawayê Hesinkar dest pê kiriye. Heta îro jî domandiyê. Didomîne dibêje:Kurd tiyê azadiyê ne û berdewam doza mafên xwe kirine, timî Kurdan bergirî li xwe dikirin û êrîşî axa xelkê û destdirêjî nekirine, di Şoreşên Êlûn û Gulanê de jî, Kurdan bergiriyeke merdane kirin.”

Serok Barzanî bal dikşîne ser mijareke gelek însanî ku îro jî ji bona neteweya kurd rûsipiyek e. Serok Barzanî dibêje ku neteweya kurd “ziyanek li kesî nekir.” Yanî neteweya kurd ji bona mafê xwe yên milî û serxwebûna welatê xwe û desthilatdarî û serweriya têkoşîn meşand. Ev têkoşîna jî di çarçeweya rewa û însanî de meşand.

Serok Barzanî loma jî dibêje ku “ti pirsgirêka gelê Kurd bi gelên din re tine ye û tenê pirsgirêk li gel desthiltdaran e.”

Serok Barzanî, girêdayî vê mijarê bal dikşîne ser mijareke din ya girîng û ji bona têkoşîna neteweya kurd ya îro jî ezmunek e.

Serok Barzanî dibêje ku “dema em dibêjin bila em hevpar bin qebûl nakin û em bêjin ka em cîran bin wê jî qebûl nakin.”

Yanî Serok Barzanî dibêje ku kurd dibêjin ku em dixwazin neteweyên cîran re di nav sîetemeke federal de bijîn, nayê qebûl kirin.

Kurd dibêjin em bibin dewleteke ser bi xwe, bi neteweya Tirk, Ereb, Faris re bibin dewleteke, cîran; ew jî nayê qebûl kirin.

 Serok Barzanî dibêje ku dema ku ew daxwazên me red dikin, ew tê wateyê ku dibêjine ku bi me re peyatî bikin. Lê “em jî peyatiyê qebûl nakin.”

Serok Barzanî dema ku diyar dike ku kurd ji kesî re nabin peya, ew di heman dem de diyar dike ku kurd her dem amade ne ku ji bona azadî û serxwebûna xwe têkoşîn bimeşînin. Heta nûha jî ceribandina neteweya kurd vê yekê nîşan dide. Di vê qonaxê de jî li çar parçeyên Kurdistanê ev têkoşîna bi serbilindî didomîne.

Loma jî Serok Barzanî dibêje, ku “Dîrok tijî ezmûn û serpêhatiyan e, ji bo aramî û ewlehiya navçeyê û cîhanê jî baştir e aqilane hizir bikin, ku bi agir û hesin nikarin serê gelê Kurd daxînin, baştirîn çareser gotûbêj û lihvtêgihiştin e, heger na, bi agir û hesin kesî nekariye çok bi miletê Kurd deyne.”

Serok Barzanî di axevtina xwe ya Kongreya lawan de carek din gelek aşkere ji referandûma serxwebûna Kurdistanê û encama referandûmê re xwedî derdikeve; serxwebûna Kurdistanê diparêze.

Serok Barzanî di derbarê referandûmê de dibêje ku “piştî sala 2003an, me gellek bizav kirin ku em di Iraqê de hevpar bin û ez bi xwe jî carna du mehan li Bexdayê dimam, daku em hevpar bin, lê mixabin diyar bû ku ew hevpariyê qebûl nakin û çendîn caran min got, em dixwazin bi xweşî û aştî kêşeyan çare bikin, piştre em dîsa çûn Bexdayê û me got: Em dixwazin li hevpariya rastiyane vegerin û Iraqeke demokrat û fedral ava bikin û em li ser danîna destûrê westiyane, werin em li wê destûrê vegerin, heger hûn vê jî qebûl nakin werin em bibin du cîranên baş û bi aştî bijîn.”

Serok Barzanî wek ji aliyê raya Kurdistanê û dinyayê de baş tê zanîn, him di biryargirtina referandûmê de û him encama referandûmê serxwebûna Kurdistanê be û him jî li dijderketina êrişên li hemberî referandûma serxwebûna Kurdistanê, kesekî sereke û qerardar bû. Wî seroktiya neteweya Kurd û Kurdistaniyan bi helwesta xwe ya qerardar bi her babetê nîşan da. Neteweya kurd jî li Başûrê Kurdistanê, li hemû beşên din, kurdên li dinyayê dijîn piştgiriya wî kirin. Bi wî re li dijî xayina derketin.

Serok Barzanî di axevtina xwe de gelek bi zelalî diyar dike, ku li Kurdistanê li dijî encama referandûmê xiyanet nehatiba kirin, Derwleta Kurdistanê ava dibû.

Serok Barzanî beriya referanmdûmê jî diyar kir ku dewleta Kurdistanê diparêze û ew dewleta dê nebe dewleta kurd û dê bibe dewleta Kurdistanê. Ew dewleta dê bibe dewleteke federal.

Serok Barzanî dibêje ku “mixabin heger xiyaneta hin kesan di 16ê Cotmehê de nebûya, niha wê rewşeke din hebûya, niha jî gellek alî poşman in li ser ew tiştê çêbû û zulim li Kurdan hat.”

Serok Barzanî di çêkirina makezagona federal de xwediyê rolekî sereke û mîsyoneke dîrokî bû. Lewra tê zanîn ku di destpêkê de Celal Talabanî û Emerîkaniyan ji bona Iraq bibe dewleteke eyaletî li hev kiribûn.

Sîstema Eyaletî li Iraqê, Kurdistan beş dikir. Yekîtiya kurdan ji holê ra dikir. Li Kurdistanê çar û an jî pênç eyalet dê bihata ava kirin.

Serok Mesûd Barzanî li dijî vê sîstema eyaletê derket. Sîstema federal ya Iraqê parast. Di encamê de projeya wî di makezagonê de hat pejirandin û bi cî bû. Di sala 2005an de bir referandûmê Makezagonma dewleta federal ya Iraqê ji aliyê hemû netewe û kêmneteweyên Iraqê ve hat pejirandin.

Bi sîstema federal yekîtiya Kurdistanê û neteweya kurd û kurdistaniyan hat parastin û hat hûnandin.

Serok Barzanî behsa qonaxa nivîsandina destûra Iraqê jî dike û dibêje ku “Carna hefteyekê li ser du peyvan nakokî çêdibûn, di dawiyê de me di destpêka destûra Iraqê de nivîsand, ku pêbendî bi bicîkirina vê destûrê, parastina yekgirtina azadane ya Iraqê dike. Madem hatiye nivîsandin ku em azadane bûne yek, wê demê em Karin azadane ji hev cuda bibin. Ev ji mafê me ye û Xweda ev maf daye me, lê ew vî mafî jî ji me re qebûl nakin.”

Serok Barzanî carek din diyar dike ku terefa ereban sîstema federal cî bi cî nakin û li dij derdikevin. Wekheviya kurd û ereban napejirînin.

Herwiha dibêje: “Niha jî ger hin kes wa dibînin, ku ew yek ne ji mafê me ye yan emê poşman bibin. Divê zanibin ku ew di xeyalan de ne û em ji serxwebûnê venagerin.”

Serok Barzanî nerîna xwe ya dîrokî carek din dubare dike. Diyar dike ku “em (kurd) ji serxwebûnê venagerin.”

TEVGERA BARZANIYAN: EKOLEKE MILÎ Û DÎROKÎ YE. NAVENDA ŞIÛRA MILÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ Û SERWERİYA KURDISTANÊ YE…

PDKê di sala 1946an de ava bû. Lê Tevgera Barzaniyan, di dawiya sedsala 19an de xwe rêxist û di destpêka sedsala 20an de jî bû tevgereke civakî û sosyolojî û milî ya kâmil.

Loma jî Tevgera Barzaniyan wek dîrok û dem, ji partriyên demokrat temen dîrêjtir e.

Hîç şik tune ye, ku tevgera Barzaniyan di avabûna PDKê de û partiyên din yên li hemû beşên Kurdistanê de bûye serkaniyek û bûye xwediyê mîsyoneke girîng.

Lê Tevgera Barzaniyan, mirov nikare ku di çarçeweya partiyan de hepis bike. Çarçeweya Tevgera Barzaniyan, çarçewaya sosyolojiya civat û neteweya kurd e. Ew çarçewa roj bi roj, li Başûrê Kurdistanê bi avabûna dewleta federe firehtir bû, kûraniyek qezenç kir.

Tevgera Barzaniyan, ekolek milî û civakî ye.

Ekoleke dîrokî ye.

Navenda şiûra milî, serexwebûna Kurdistanê û serweriya neteweya kurd e.

Ekoleke reforxwaz û demokrat û ınberaliya civakî ye.

Roja ku tevgera Barzaniyan di nav civatê de bi serokatiya Şêx Abdûlselam Barzanî bi awayekî gelek xwezayî rû da, her dem li Kurdistanê desthilatdarî û serweriya neteweya kurd parast.

Bernameya ji aliyê Şêx Abdulselam ve pêşkêşî melîkên Osmanî hatiye kirin, li wir jî gelek aşkere desthilatdarî û serweriya neteweya kurd û yekîtiya Kurdistanê tê parastin.

Piştî şehîdketin û îdambûna Şêx Abdulselm jî, ev hişmendî û helwesta milî, ji aliyê Şêx Ehmed, Mele Mistefasa Barzanî û Idrîs Barzanî ve hat meşandin.

Di vê qonaxê de jî,  ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve tê meşandin.

Tevgera Barzaniya bûn sedem û an jî bû bingeh, ku li Başûrê Kurdistanê dewleteke federe ava bibe. Loma jî, ji bona serxwebûna Kurdistanê û serweriya Kurdistanê bê li darxistin, bi qerardarî tê tevgerandin.

Loma Serok Barzanî jî sembola serxwebûna Kurdistanê û serweriya neteweya kurd e.

Nerînên ji aliyê Serok Barzanî ve di Kongreya Lawan de hatine ser zimên, nerînên nû nînin. Nerînên kevn in. Lê di vê qonaxê de û bi taybetî jî di pêvajoya ku li dijî serxwebûn û serweriya Kurdistanê êrişekek mezin û navneteweyî heye de, ev nerînan diyar kirin gelek girîng in. Wateyeke din dide nerînên Serok Barzanî.

Amed, 14. 08. 2018