Sedemên Têkçûna Serhildanên Milî yên Bakurê Kurdistanê çi bûn?

Kurd24

Îbrahîm Guçlu

Tevgera Milî ya Bakûrê Kurdistanê, di vê qonaxê de, him jî di qonaxeya girîng ku divê miletê kurd ji bona swerxwebûna xwe û dewletbûna xwe ber bi encamê biçe, xwediyê rêxistinên xûrt û kîtlewî nîne. Tevger di nav krîzekê de ye. Tevger xwediyê hişmendiyeke milî ya giştî nîne. Di armanca xwe de ne zelal e. Di dewletbûnê de di nav tevklihheviyekê de ye. Ev jî ji zerarê dide azadî û serxwebûna Kurdistanê li tevayî beşên Kurdistanê.

Loma divê em ji dîrokê ders werbigrin. Li ser sedêmên têkçuna Serhildanên Milî yên Kurdistanê rawestin.

Navkirinê serîhildanên Kurdistanê yên milî, xwediyê pirsgirekê ne. Kolonyalîstên tirk li serîhildanên milî yên Kurdistanê navek lêkirine, me jî ev navan bi kar anîne. Divê pêşiyê ev şaşiya rast bibe. Ji bona vê “Tevgera Şêx Seîd” bi kar anîn, ne rast e. An jî “Serhildana Koçgirî” û serhildanên din. Lewra dema ku bi vî avayî bê binav kirin, ev tevgeran wek tevgereke neteweyî ne, wek tevgerên kesekî û grubekê û herêmekê tê şirovekirin. Ev jî, ji neteweya kurd re neheqiyek e.

Şerê Cîhanî yê 1-emîn bes li Rojhilata Navîn ne, li tevayî ya dinyayê statuyeke nû ava kir û dinya jinûve di nevbayna dewletên kolonyalîst û emperyal de hat parve kirin. Parvekirina dinyayê hem ji aliyê nûfuza siyasî û desthilatdarî de, hem jî aliyê berjewendiya îktîsadî de pêk hat.

Dema ku dinya jinûve hat parve kirin jî, dewletên desthilatdar bi destên miletên herêmî desthilatdarî û siyaseta xwe ya emperyal meşandin û modeleke nû derxistin holê. Dewletên emperyal yên ku di Şerê Cîhanî yê 1-emîn de serketîbûn, nedixwestin ku bê neteweyên herêmî desthilatdariya xwe bimeşînin. Ji bona vê piştî Şerê Cîhanî yê 1-emîn û piştî vê jî, dema ku statuya Rojhilata Navîn jinûve tespît bû, di nav vê sîstem û pergela nû de ji bona kurdan jî statuyek hebû. Di Peymana Sewrê de avakirina Kurdistanê hat pejirandin. Hezar mixabin bûyerên ku beriya Peymana Sewrê qewimîn, piştî peymanê li ser rewşê bandora xwe danî; di paradigmaya dewletên emperyal û bi taybetî jî di paradîgmaya Îngîltereyê de guhertineke bingehî çê kir. Kurd, di Rojhilata Navîn de bûn miletekî bêstatû.

Tevgera neteweyî ya Koçgirî, hîn statuya û siyaseta fermî ya Komara Tirkiyeyê li hemberî kurdan zelal nebibû pêk hat. Di vê merheleyê de berpirsiyar û rewşenbîrên kurdan jî tespît dikirin ku piştî Şerê Cîhanê yê 1-emîn dinya û Rojhilata Navîn dê jinûve bê parve kirin, li dinyayê û li Rojhilata Navîn pergeleke û statuyeke nû dê ava bibe. Kurdan jî xwest ku di nav ev statu û pergela nû de ji bona xwe ciyekî û dewleteke serbixwe ava bikin. Hezar mixabin dema ku Tevgera Koçgirî dest pê kir, di nav kurdan de yekîtiyek tune bû û li ser stratejiyeke hevbeş li hevkirin jî tune bû. Beşek kurdan dixwest ku di çarçeweya Împeratoriya Osmanî de statuya nîv-otonom firehtir bike û Împaratoriya Osmanî re jiyana hevbeş bimeşîne; beşek kurdan jî serxwebûna Kurdistanê diparast. Minaqeşeyên di nav Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê de, ku navenda wê Stenbol bû, ev nekokî û pirsgirêke diyar dikir. Ew kurdên ku endamên Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê bûn û Kurdistaneke serbixwe diparastin, veqetiyabûn û çûbûn Kurdistanê dest bi tevgera Koçgirî kiribûn.

Tevgera 1925-an ya di bin serokatiya Şêx Seîd Efendî û Xelid Begê Cibrî de hatibû meşandin, Tevgera Agirî (1930), Tevgera Dersîmê (1937-38), piştî avabûna Komara Tirkiyeyê, piştî Peymana Lozanê û piştî ku siyaseta Komara Tirkiyeyê di derheqa neteweya kurd de zelal bûbû û Komara Tirkiyeyê di siyaseta fermî ya dewletê de pejirandibû ku “Kurd tune ne û kurd tirk in” û xwestin ku ji kurdan neteweya tirk çê bikin û kurdan bihelînin bikin tirk û hemû mafê neteweya kurd perçiqandin û tune qebûl kirin, Kurdistan kirin kolonî, pêk hatin.

Ev tevgeran li Bakurê Kurdistanê pêk hatin û serxwebûna Kurdistanê û dewleteke serbixwe ji bona xwe kiribûn armanç. Ev tevgeran li tevayî ya Kurdistanê nehatine meşandin. Her tevgerek, li herêmekê pêk hatiye û piştî êrişa Komara Tirkiyeyê, eniyeke hevbeş ya kurdan pêk nehatiye û ev tevgeran hatine şikestin.

Ji bona çi ev tevgeran bi serneketine, divê ku mirov hem ji aliyê her tevgerekê de li pirsê mêze bike, ji aliyekî de jî bi tevayî li sedeman mêze bike. Her tevgerek xwediyê sedem û taybetîyên cihê ye, ku bisernekitine.

Tevgera Koçgirıyê ji bona ku di nav kurdan de lihevkirineke stratejîk ya armanc tune bû, şikest xwar. Tevgara 1925-an ji bona ku di wexta xwe de ne, bêwext û bê organîze hat dest pê kirin, şikest xwar. Tevgera Dersîmê ji bona ku bes bi kurdên elewî re hatibû sînorkirî û di navbeyna kurdên elewî û sunî de rêxistineke hevbeş tune bû, şikest xwar.

Li cem van sedemên taybetî, sedemên din yên giştî hebûn ku tevgerên Kurdistanê neçûn serî û kurdan nikarî dewleta xwe ya serbixwe ava bikin.

Sedema yekemîn ev beşbûna hundirî ya li Kurdistanê û di nav kurdan de bû.

Ev beşbûna herêmî û mezhebî û eşîrî astengeke mezin bû. Ev beşbûna hundirî bû sedem ku tevgereke hevbeş li Kurdistanê û li hemû herêmên Kurdistanê pêk bên û hemû kurdan bigre nav xwe.

Sedema duyemîn jî, rêxistineke neteweyî ya ku hemû kurdan rêbixwe tune bû. Rêxistinên ava bibûn, bes li herêmekê ava bûbûn. Ji wê girîngtir, sinif û tebeqeyên rêvebir yên Kurdistanê bi Komara Tirkiyeyê re hevpeyman û entegrasyona xwe piştî avabûna Komara Tirkiyeyê li ser bingeha tîfaqa avakirina Komara Tirkiyeyê domandin û tu wext serokatiyeke xurt ya hevbeş derneket holê.

Li cem ev sedemên hundirî, piştî Peymana Lozanê ji aliyê hakim û desthilatdarên dinyayê ve, li Rojhilata Navîn statuyek hatibû pejirandin, di vê statuyê de ciyê dewleteke serbixwe ya Kurdistanê tune bû. Dewletên emperyal, Îngîltereyê û Fransayê hesab û berjewendiya xwe li ser neteyên ereb, tirk, faris ava kiribûn. Ji bona vê yekê wek bi salan e ku tê gotin û tê nivîsandin, Îngîltere tu dem ji kurdan re nebûye piştgir, ku Dewleteke Kurdistanî ava bibe.

Rastiyeke gelek aşkere heye, ku tu netewe jî bê piştgiriya dewletên xurt, ku qedere dinyayê di dest wan de ye xelas nebûye û dewletên xwe ava nekirine. Ji bona vê helwesta li hemberî kurdan û bi Komara Tirkiyeyê re jî piştgir, bûye sedem ku tevgerên kurd bi ser nekevin.

Bi taybetî piştî salên 1960-î dema ku sedemên serneketine tevgerên Kurdistanê dihatin minaqeşekirin, li ser sedema îdeolojîk û karaktera pêşengên tevgeran kurd jî dihat rawestandin.

Dihat gotin ku ji bona ku pêşangiya tevgerên Kurdistanê ne sosyalîst bûn, ji bona wê bi serneketin. Ev nerîna jî ne rast û gorî ceribandinên neteweyên bindest yên cıhanê jî, ne di cîh de ye.

Li Bakurê Kurdistanê jî serokatî û pêşengiya Tevgera Neteweyî sosyalîst bû.

Dîsa lewra tê zanîn ku tevgerên neteweyî, tevgerên sosyalîst nînin û tevgerên beşek civata neteweyî nînin, tevgera hemû beşên civatê ne. Ji bona hemû beşên civatê jî, berjewendiya hevbeş bi nasyonalîzmê pêk tê. Di nasyonalîzma kurd de zaafek heye.

Kurd xwediyê nasyonalîzmeke rasyonal û hevbeş û modern nebûne. Ev kêmasiyek e. Vê yekê bandoreke neyênî li ser rêxistinîbûn û helwesta beşên civata kurd çê kiriye.

Gelek aşkere ye ku îngilîzan û dinyaya demokratîk piştgirî nedan serhildanên milî yên Kurdistanê; piştgirî dan M. Kemal û hevalên wî. Lewra ew ji sîstem û desthilatdariya nû ya li Rûsyayê ava bibû, ditirsiyan. Xwestin ku Tirkiyeyê, li hemberî Yekîtiya Sovyetê bikin qereqola parastinê. Loma jî piştgiriya M. Kemal û hevalên wî kirin. Pişta xwe di hemandemde dan împeratoriya Osmanî jî. Têkçûna Osmaniyan re û ji desthilatdariya M. Kemal û hevalên wî re piştgirî kirin.

Dinyaya demokratîk, bi ev helwesta xwe ya li hemberî serhildan û mafên miletê kurd, ji Pîvanên Wîlson re jî xiyanetî kirin.

Şoreşa Sosyalîst, bi gotin û bi sloganan şoreşeke li dijî kapîtalîzmê, burjuwaziyê, emperyalîzmê û kolonyalızmê bû. Şoreşa Sosyalîst li Rûsyayê desthilatdariya sinifên serdest û burjuwaziyê rûxand; desthilatdariya siyasî, îktîsadî, îdari bi riya leşkeran û çekdaran kete destê elîta Partiya Komûnîst ya Bûrokratîk ya Rûsyayê. Li Rusyayê wek tê gotin, desthilatdarî û karbidestiya karker, gundî û xebatkaran ava nebû. Ez dikarim bibêjim, ku desthilatdarî û karbidestiya hatibû ava kirin, karbidestiyeke din ya hegemonîk û hîn tengtir, ji desthilatdariya burjuwaziyê zêdetir ne demokrat û otorîter bû.

Piştî Şoreşa Sosyalîst li Rûsyayê, ji bona ku sosyalîzm di qada navneteweyî de biserkeve paradîgmaya enternasyonal ya sosyalîst hat hûnandin. Gorî vê paradîgmayê, divê karbidestiya sosyalîst ava bibe. Ji bona vê jî, hem rasterast ji aliyê komunîstên wan welatan de û hem jî bi alîkarî û înîsiyatîfa desthilatdariya sosyalîst ya Rûsyayê li hemû dinyayê û li hemû welatan damezirandina partiyên komunîst dest pê kir. Ev partiyan li dinyayê li beşek welatan legal û li beşek welatan jî îllegal ava bûn. Desthilatdariya sosyalîst li hemû dinyayê îlan kir, ku dê ji tevgerên sosyalîst, komunîst, karker, zehmetkêşan re alîkar û piştgir bin.

Desthilatdariya sosyalîst baş dizanî ku li hemberî burjuwazî û kapîtalîzma navneteweyî bes bi piştgiriya tevgera karker, sosyalîst û komunîst nikare bibe alternatîv. Ji bona ku înterland û nûfuza xwe fireh bike, li dinyayê desthilatdariya xwe fireh bike, divê dest bavêje herêm û welatên kolonî, nîv-kolonî, girêdayî. Li van herêm û welatan jî, neteweyên bindest dijiyan û ji mafên xwe yên desthilatdarî û çarenivîsiye bê par bûn.

Ji bona ku ev neteweyan serbixwe û azad bin, di nav xebatekekê de bûn. Desthilatdariya sosyalîst ya li Rusyayê û Partiya Komunîst ya Rûsyayê beriya ku desthilatdarî bigre destê xwe, ev pirsa neteweyên bindest û kolonî ji aliyê Lenîn û Stalîn de hatibû realîze û teorîze kirin. Her çiqas beriya şoreşa sosyalîst û desthilatdariya sosyalîst ya Rûsyayê lîberalîzmê û bi taybetî jî lîberalîzma Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA-yê) bi Prensîbên Wîlsonî serxwebûn û dewletbûna neteweyên bindest û kolonî parastibûn jî, nikarîbûn van prensîban pêk bînin. Neteweyên bindest bi tevayî jî di bin bandor û emperyalîya dewletên kapîtalıst û emperyalîst de bûn.

Gorî teoriya lenînîstî, mafê çarenivîsiya neteweyan bi îradeya neteweyan pêk tê. Lê di destpêkê de gorî sosyalîzmê diviya bû, ku têkoşîn û tevgerên milî di bin serokatî û pêşengiya sosyalîst û karker/zehmetkêşên wî welat de bê meşandin. Lê dema karkeran ji tevgerên azadîxwaz û rigarîxwaz re nikarin pêşengî û serokatî bikin, neteweyên bin dest dikarin di bin serokatiya burjuwaziyê de jî bê meşandin, sîstema sosyalîst û sosyalîstên wî welatî jî, divê ji wan re piştgirî bikin.

Dîsa gorî teoriya Lenînîstî, sosyalîzm tercîh û daxwaz dike, ku hemû karkerên miletên serdest û bindest bibin yek û di çarçeweya modela federal de bi hev re jiyana xwe ji nû ve bihûnînin; lê dema ku bi îradeya azad jiyaneke hevbeş û dewleteke federal nayê ava kirin, mafê neteweyên bindest heye ku dewletên xwe jî ava bikin. Yanî neteweyên bindest, xwediyê maf in, ku jiyana xwe ji miletekî veqetîne bi miletekî din re yekîtiyeke pêk bînin, dewleta xwe ava bikin, bi miletên serdest re jiyanekê li ser pîvanên wekhevî û edaletê ava bikin; di navbeyna neteweyên bindest û serdest de wekheviyek çê bikin.

Ji bona vê yekê jî neteweyên bindest û kurdan jî diyar e, ku bawerî bi sosyalîzmê anîn. Ji bona vê yekê neteweyên bindest, ji sîstema kapîtalîst û Rojavayê hêviya xwe birî bû û hêviya xwe bi sosyalîzmê û temsîlkarê sosyalîzmê û ji Yekîtiya Sovyetê re dianî. Lewra di sala 1917-an de piştî Şoreşa Bolşewîkî bi îmzaya Lenîn û Stalîn daxuyaniyek/bangek li hemû dinyayê belav bû.

Di vê bangê de ji Tatarên Volgayê û Kirimê, Kırgizên Sibîryayê û Turkîstanê, ji Tirk û Tatarên li pişt Kafkasyayê, ji Çeçenan, Çiyayiyên Kafkasyayê, Ji Farian û Tirkan û Ereban û Hîndiyan dihat qal kirin. Di vê bangê de ji zilma Împeratoriya Çarî û ji azadiya bawerî dihat behs kirin. Vê bangê di nav Gelên Rojhilatê de erdhêjandineke mezin çêkir.

Tirkan û M. Kemal û hevalên wî jî, di sala 1919-an de xwestin ku ji ev konsepta Yekîtiya Sovyetê sûd û alîkarî werbigrin. Pêwendiyên M. Kemal û hevalên wî û Bolşewîkan di Tirmehe 1919-an de pêk hat. Pêwendiya fermi di navbeyna herdu terefan de di Nîsana 1920-î de encama nameya M. Kemal û hevalên wî ji wezîrê derve ya Rusyaya Sovyetê re hatibû şandin pêk hat.

  1. Kemal û hevalên wî, ji Rûsyaya Sovyetê re pêşniyar dikirin ku li hemberî emperyalîzmê dixwazin bi wan re xebat bikin. Her çiqas piştî vê danûstandinê, Rusyayê Sovyetan ji çarenivîsiya gelên Kurdistanê, Lazistanê, Trakyayê û.w.d. behs jî dikir, lê dem dema pragmatîzmê bû û Rûsyayê Sovyetan jî li hemberî Dewletên Kapîtalîst yên Ewrupayê (Îngiltereyê, Fransayê, îtalyayê û.w.d) dixwest ku bi tirkan bikevin nav xebateteke hevbeş.

Her çiqas di Îlona 1920-î de li Bakûyê Kongreya Gelên Rojhilatê hat bi darxistin jî, her çiqas kurd jî beşdarî kongereyê jî bibûn, di encamnameya kongreyê de ji doza neteweya kurd û kurdan nehat qal kirin. Rûsya ya Sovyetan û Kongreya Bakûyê entegreyî û angajeyî M. Kemal û doza wî bûn.

Lenîn, tevgera M. Kemal wek tevgera rizgarîxwaz ya yekem li dijî emperyalîzmê li Rojhilatê bi nav kir û bi her awayî piştgiriya M. Kemal û hevalên wan kir. Tevgerên neteweyî yên Kurdistanê jî, tevgerên kevneperest, hevalbendên emperyalîzmê û Îngilîzan bi nav kir.

Bi riya Partiya Komunîst ya Tirkiyeyê li dijî tevgerên kurd rawestiyan. Ji bona vê jî, Rûsyaya Sovyetan guhên xwe ji kurdan re ker kirin, bangên ji wan re hatine kirin nebihîstin û nameyên ku ji aliyê Rêxistina Azadî û Şêx Mehmud Berzencî de ji wan re hatibûn nivîsandin jî, bersîv nekirin.

Helwesta Lenîn û Rûsyaya Sosyalîst, derxist holê ku prensîbên di derheqê neteweyên bindest de diparêzin an demagojşiyek e û an jî Rûsyaya Sosyalîst jî ji bo berjewendiya xwe ya dewletî neteweya kurd fêdayî M. Kemal û hevalên wî kir.

  1. Kemal û hevalên wî jî, du alî lêhîstin. M. Kemal û hevalên wî, piştgirî û alîkariya ji Rûsyaya Sosyalîst wergirtibû, li hemberî Îngiltereyê wek şantajekê bi kar anî. Îngiltereyê jî, ji bona ku M. Kemal û hevalên wan li hemberî şoreşa sosyalîst bikin qereqolekê û bendekê, bûn alîkar ku M. Kemal û hevalên wî dewletekê ava bikin.

Ev siyaseta Yekîtiya Sovyetan ya li hemberî netewe û tevgera kurd, piştî ku Lenîn mir jî dom kir. Stalîn kurdên li Yekîtiya Sovyetê jî tehçîr û koçber kir, kurd li 7 komarên Yekîtiya Sovyetan hatin rûniştvan û koçber.

Yekîtiya Sovyetê piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn ji avakirina Komara Mehabadê ya Kurdistanê re alîkarî kir. Hezar mixabin piştî Peymana Postdamê bi DYA û Îngiltereyê re ji nûve Rojhilata Navîn parve kirin û bûn sedem ku Komara Mehabadê ya Kurdistanê ji aliyê kolonyalîstên Îranê ve bê rûxandin.

Eynî helwest li hemberî Otonomiya Başurê Kurdistanê (1970-74) jî meşand û bû sedem ku otonomiya Kurdistanê bê rûxandin.

Lê kurdan ev rastiyan neditin, baweriya xwe dîsa bi Yekîtiya Sovyetan anîn, heta ji bona çareseriya pirsa neteweyî kurd bûn sosyalîst.