Putin gihişt Stenbolê

Serokê Rûsyayê, bi seredaneke fermî gihîşt Tirkiyê

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê, bi seredaneke fermî gihîşt Tirkiyê. Di rojeva Putîn û Erdogan de, piştî kuştina Qasim Suleymanî pêşhateyên dawî yên li navçeyê, krîza Sûriyê û Lîbya hene.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin, piştî seredana Sûriyê û hevdîtina bi Beşar Esed re, di demjimêrên şevê de gihişt Stenbolê.

Pûtîn, îro bi Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan re, dê beşdarî merasîma vekirina xeta boriya gazê ya bi navê "Turkakim" bibe .

Li gor Krêmlînê di rojeva her du serokan de, krîza Sûriyê, rewşa dawî ya Lîbyayê û piştî kuştina Qasim Suleymanî pêşhateyên dawî yên herêmê hene.

Tirkiye, ji Rûsyayê daxwaza rawestandina êrişên ser Îdlibê dike, ku bi sedhezaran kesan berê xwe dan e sînorê Tirkiyê.

 

 

 

C.B