Serokwezîrê Kurdistanê ji France24 re axifî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvînekê de digel Kenal a France 24 ragihand, tişta ku li Bexdayê rû dide, ji ber xerabiya birêvebirinê ya salên borî bû ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvînekê de digel Kenal a France 24 ragihand, tişta ku li Bexdayê rû dide, ji ber xerabiya birêvebirinê ya salên borî bû ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî, piştevaniya daxwaziyên rewa yên xelkê Îraqê dikin û hêvîdar e, ku namzetê raspartî ji bo postê Serokwezîr ê Iraqê ji aliyê xelkê û aliyên siyasî ve, bê piştevanî kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku hejmarek zêde ya xwepêşanderên li Iraqê daxwaza çaksaziyan dikin, Hêvî dikin, gendelî nemîn e û desthilatek baş hebe. Em piştgiriya van daxwazên rewa yên xelkê dikin.

Liser birêvebiriya Serokwezîrê bere yê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ku “Bi rastî Adil Ebdulmehdî gelek hewl dan, lê ji bo pêkanîna bernameya xwe piştgiriya pêwîst ji aliyên siyasî nedît”.

 

 C.B