Serokwezîr: Divê binemayên, ji nû ve birêkxistin a terorê, ji hole bên rakirin!

Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel şandek Hikumeta Norwecê bi serokatiya Nout Lein, Şanderê taybet ê Wezareta derve ya Norwecê bo karûbarê Iraq û Sûriyê civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê radighîne, pêwîst e hewla nehiştina wan fakteran bidin, ku alîkar in bo geşekirina terorê.

Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel şandek Hikumeta Norwecê bi serokatiya Nout Lein, Şanderê taybet ê Wezareta derve ya Norwecê bo karûbarê Iraq û Sûriyê civiya.

Di civînê de, dawî guhertinên Iraq û Sûriyê û pêşxistina pêwendiyên di navbeyna herêma Kurdistanê û Norwecê de jî, gotubêj hatin kirin

Şanderê Wezareta derve ya Norwecê, pesnê Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê da, ji bo rola avakar di kêmkirina aloziyên navçeyê û aramkirina rewşê de. Amadeyiya welatê xwe jî, bo pêşxistina pêwendiyên ligel herêma Kurdistanê bi taybet, di warê aborî û berdewambûn a alîkarîyên mirovî yên Norwecê bo penaber û awareyên li herêma Kurdistanê derbirî.

Mesrûr Barzanî, ji bo rola wan di Hevpeymaniya Navdewletî de, bo rûbirûn a DAIŞê spasiya Hikumeta Norwecê kir, ku niha li çend navçeyên Iraqê hebûna DAIŞ, gefek ciddî li ser welatiyan e.

Serokê Hikumetê amaje bi wê yekê jî kir, ku ji bilî alîkarî û hemahengîya serbazî, pêwîst e hewla nehiştina wan fakteran jî bên dan, ku alîkar in di geşekirina terorê de.

 

 

 

C.B