Hayrunîsa Gul dibe damêzrênera Partiya Babacan

Ligor medya Tirkiye, hevjîna Serokomarê berê yê Tirkiye Abdullah Gul dibe damêzrênera Partiya Ali Babacan

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor medya Tirkiye, hevjîna Serokomarê berê yê Tirkiye Abdullah Gul dibe damêzrênera Partiya Ali Babacan, ku tê çaverêkirin di demek nêzîk de bê avakirin.

Partiya Babacan, di proseya avakirinê de ye û tê pêşbînîkirin gelek kadirên û wezîrên berê yê AK Partî dinav Partiya Nû de cîh bigrin. Dinav wan de jî, Hayrunisa Gul - hevjîna Serokomarê berê yê Tirkiye Abdullah Gul.

Ligor agahdariyê medyayê Abdullah Gul bi awayek fermî dê dinav Partiyê de cîh negre, lê birêvebirê Partiyê yê rasteqîn dê ew be.

 

 

 

C.B