Li Wanê Zivistana herî dijwar ya 26 salên dawî tê jiyîn
K24 – Wan
Li bakurê Kurdistanê îsal Zivistaneke dijwar tê jiyîn. Li gorî daneyên saziya keşûhewayê ya Tirkiyeyê, li Wanê Zivistana herî dijwar ya 26 salên dawî tê jiyin. Li navenda bajêr ji metreyekê zêdetir û li derveyî bajêr jî ji 3 metreyan zêdetir berf bariye. Li bajêr geştên balafiran rawestiyan e. Li gorî ragihandina rêveberiya keşûhewayê heta 17'ê mehê roja Duşemê dê li bajêr lêkirina berfê berdewam be.
Bajarên Bakurê Kurdistanê di bin berfê de mane. Bi rojan e ku bê navber berf dibare. Li navenda hin bajaran nêzî mîtroyekê û li derveyê bajêran jî nêzî 3 mitroyan berf bariye. Ji aliyekî ve tîmên bejahiyê û ji aliyekê ve jî tîmên şaredariyan hewla paqijkirina riyan didin, lê belê ji ber ku berf bê navder dibare rê her di bin berfê de dimînin. Welatiyên Serhedî amaje dikin ku; her çiqas berfa zêde bandoreke neyînî li jiyana wan ya rojane bike jî ev berf mizginiya bereketa Buhar û havînê ye.
Welatiyekî Wanê: "Ez 75 salî me, Zivistandi sala 1994'an jî wiha dijwar bû. Ji wê rojê heta îro min Zivistaneke wiha dijwar nedîtiye. Lê ev berf ji bo me wekî xizêneyê baş e; ev berf ji bo cotkariyê û avê jî baş e."
Ji ber lêkirina berfa zêde kûçe û kolanên bajêr jî tên girtin û welatî bi hewl didin ku li ber deriyên mal û kargehên xwe vekin. Ji hewaya sar berfa ku di helî bi ser banan ve şembelîlgan çêdike, da ku ev şembelîlg zirarê zirarê nede ti kes û wesayitan, welatî wan tînin xwarê.Bazar vekirî ye lê belê ji ber berf û bagerê piraniya welatiyan ji malên xwe dernakevin. Yên ku derdikevin derve jî kelûpelên pêdivî distîninû zû vedigerin malên xwe. Li Wanê û 18 bajarên din ên bakur heta 17'ê Sibatê jî dê ji bo dibistanan bêhnevedana fermî berdewam bike.
Ji berfê riya 3 hezar gundewarên ser bi 10 bajarên bakur ve hatiye girtin.Nexweşên giran bi elîkopteran ji bone xweşxaneyên li navendên bajaran tên vegûhestin. Pileya germahiya hewayê li hin navçeyan bi şev heta 35 pile di jêr sifrê de ye, lê li navenda Wanê hewa nerm e germahiya di jêr sifrê de di navbera 4-6 pile de ye.
Ji bo çareserkirina pisgirêkên rojane di bin banên parêzgeriyan de navendên hemahengiyê hatine avakirin û tîmên hawarçûn li van navendan 24 saetan ji bo alîkariyê amade ne. Rayedar dibêjin; heta ku bikarinin bila welatî dernekevin derve. Li gorî ragihandina saziya keşûhewayê heta 18'ê mehê roja Sêşemê jî dê li bajarên Bakur berf bibare.