Li Wanê sûlava Bêgiriyê qerîsî
K24 – Wan
Sûlava Bêgirî ya ser bi Wana Bakurê Kurdistanê, ji ber sermayê qerisî. Bi girtina qerîsegê dîmenên bêhempa derketin holê. Çar demsalan bi hezaran geştyarên xwecihî û biyanî serdana sûlavê dikin û bang li geştyaran dikin ku di mehên Zivistanê de jî serdana Bêgiriyê bikin û vê xwazaya bêhempa bibînin.
Çar demsalan jî bi hezaran geştyarên xwecihî û biyanî serdana Sûlava Bêgiriyê dikin. Li herêmê germahiya hewayê carina heta 30 pileyan dikeve bin sifrê de. Ji ber hewaya sar aliyekê sûlavê qerîsek digire û bi vê yekê dîmênên xwazî û bêpempa derdikevin holê. Di demsala zivistanê de hejmara geştyarên ku serdana sûlavê dikin kêm bibin jî ev der ti caran bê mêvan namîne.
Geştyar Reşad Atay: "Em diçûn Bêgiriyê le me got ka em serdana sûlavê jî bikin. Ev der gelek sar e lêbelê jiyan ji bo me xweş e. Em Kurd dixwazin her tiştê me baş be lê li vê herêmê jiyan bi rastî jî ji cihên din xweştir e. Ka lêbinêrin ma sûlaveke wisa li kû derê heye? Heger em Kurd hev bigirin em ê çêtir qedrê heyînî û jiyana xwe bizanibin."
Geştyar Sînan Aygûn: "Herêma me gelek xweş e, em gelek caran tên vê derê. Gelek geştyar û welatî tên serdana sûlavê. Di mehên biharê de ev der xweştir e lê zivistanê sar e, welatî zêde nayên vê derê.
Ava ji rûbarên derdora Ebexê û Tendûrekê diherike Çemê Bendîmahiyê li ser Sûlava Bêgiriyê re digihe Gola Wanê. Ev çem di heman demê de cihê zêdebûna masîperkan e jî. Ne tenê ji herêmê, ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî geştyar serdana navçeyê dikin. Alî Erdî û malbata xwe jî ji Îzmîrê ji bo geştyariya zivistanê hatine Wanê. Alî Erdî dibêje; wan gelek caran navê Sûlavê Bêgiriyê bihîstibû lê wan ti carî ew nedîtibû.
Geştyar Alî Erdî: "Em ji bo geştyariya zivistanê hatibûn Wanê. Me gelek caran navê Sûlava Bêgiriyê bihîstibû û me got ka em biçin bibînin jî. Em di demeke xweş de hatin. Heger sûlav bi temamî qerisîbaya dê dîmenên xweştir derketina holê lê dîsa jî dîmênên xweş in. Yên ku derfetên wan hebin bila werin Sûlava Bêgirî bibînin."
Av ji 18 metre bilindahiyê dikeve ser kevirên reş ên bazalt û dengeke xwezayî derdixe. Li derdora sûlavê jî nebatên cûrbecûr hene, lê di mehên bihar û havînê de xwezayiya derdora sûlavê baştir xûya dike. Sûlav, 8 kîlometr ji Bêgiriyê û 80 kîlometr jî ji Wanê dûr e. Sûlava Bêgiriyê, çar demsalan bi dîmenên xwe yên xwezayî mazûvaniya bi hezaran geştyar dike.