Ziman - Mercê Man û Nemanê ye!

Kurd24

Ji sala 2000`an ve, û li ser pêşniyara Dewleta Bengiladişê ku ji Rêxistina UNSECO yê re ya bi ser Neteweyên Yekgirtî ve pêşkêşkiribû û têde daxwazkiribû ku roja 21`ê meha Reşemî bibe Roja Zimanê Zikmakî Ya Cihanî, û bi pejirandina wê pêşniyarê ji aliyê Rêxistina UNESCO yê ve, salane Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanî tê pîroz kirin.

Wek tê zanîn, di sala 1952`an de li dijî biryara qedexekirina zimanê Bingalî yê herêma Bengladişê ku beşek bû ji Dewleta Pakistanê, û neraziyek kete rojevê û ji bo şermezarkirin û derbirîna neraziyê li ser wê biryarê, xwendkarên zankoya bajarê Deka yê dest bi xwepêşandanên neraziyê kirin û rastî guleyên polîsê Pakistanê hatin û di encamê de 5 xwendkarên zankoyê canê xwe ji destdan.Silav bo canê wan xortan ku ji bo zimanê xwe, xwekirin qurbanî.

Girîngî û bandora zimên li ser avakirin û pêkanîna kesatiya mirov bi rola bingehîn û sereke radibe, wek Karl Markis dibêje: Zimanê zikmakî, kilîta rizgarbûn û dahêneriyê ye? Birastî Ev gotin di cî deye, bi taybetî bo gelê me, ji ber ku zimanê kurdî lawê erdingariya Kurdistanê ye, zimanê me, zimanhalê axa welête, erd û ezmanê me ye, ji ber ku ziman stûn û hêzanê netewe ye?

Sedema bingehîn û sereke ya mayîna kurd, zimanê kurdî ye, divê em spasiya dê û bavên xwe bikin ku, ev ziman ji hezaran sal ve ji mere parastin, zimanê me hilgirê tirajîdî, efsane û destanan e û ev yek û wê yekê nîşan dide ku, çendî bingeha zimanê me xort û bihêze, ji ber ku tevî ku zimanê kurdî bindeste û bê parêzbende, dîsan jî em gihandin sedsala bîst û yekê!

 Wek çawa ziman stûna netewe ye, di heman demê de yekem pêngava pişaftina milete, û bi qedexekirina zimên destpê dik e, lewra dagîrkerên Kurdistanê vê yekê xweş dizanin, û li her çar parçeyên Kurdistanê zimanê zikmakî qedexekirin, ji ber ku dizanin ziman navika ku mirov bi dîrok, çand, erd û canê bav û papîran ve girêdide ye, ziman kana kurdewarî û canê netwebûnê ye, nasname û dahêneriya dê û bavan e, lewira bi pilan û pîlan, bi kotek û darê zorê û bi hemû awayên dirinde û hovane, bername ya helandin û pişaftina gelê kurd darijtine û hîn jî ew bername berdewame.

Bi pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanî re, divê em xwedî li zimanê xwe derkevin, zimanê me yê şîrîn rihîna bav û kalan dibin gefa nemanê de ye, ev rewşa lawaz ku bi serê zimanê me de hatiye, pêdivî bi qîrînek û hişyariyeke neteweyî heye, zimanê me dike qîrîn û hawar, divê em li hawara zimanê xwe werin, daku zimanê xwe ji nemanê biparêzin, ji ber ku neman ziman, nemana me ye.

Tê gotin ku, jiyan raman û helewste, xwedî hest û rûmet wate xwedî raman û helewst e, divê mirov li hember her karekî an riftareke çewt û ne rewa û li dijî mafên mirov xwedî helwest be, dibe ku em bê kiryar û pilandarêj bin, lê divê em karvedanê ji destnedin û li hember her karekî, karvedaneke erênî hebe!Ma mirov bê hest û helwest danakeve asta ajelan gelo?

Di dawiyê de dixwazim gotara xwe bi hêvî û hawara rewşenbîr û dilsozê bê hempayê gelê xwe Dr. Nûredîn Zaza bi dawî bînim,``Kurdino eger hûn dixwazin ji hev tar û mar nebin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin, û eger hûn dixwazin bibin yek û serkevin, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Dr. Nûredîn Zaza.

Almanya , 21.02.2020