Erdogan: Rêkeftin dê şerê musilman bi musilman re rawestîn e

Serokomarê Tirkiyê piştî vegera ji Rûsyayê da xuyakirin, gelek serbazên wan li Sûriyê hatine kuştin û hêvî dike, ev rêkeftin pêşiya şerê musilman bi musilmanan re bigre

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê piştî vegera ji Rûsyayê da xuyakirin, gelek serbazên wan li Sûriyê hatine kuştin û hêvî dike, ev rêkeftin pêşiya şerê musilman bi musilmanan re bigre.

Erdogan rêkeftinê ji bo parastina sînorên Tirkiye jî girîng dibîne. Yekîtiya Ewropa jî piştevaniya agirbesta Îdlibê dike ku, herî kêm bo gihandina alîkariya mirovî wekî gavek baş dinirxîne.

Serokomarê Tirkiyeyê, piştî rêkeftina bi Rûsyayê re da xuyakirin, bi rêkeftinê sînorên wan hember rejîm û rêxistinên terorê dê weri parastin, bingeha arambûnê li Îdlibê saz bibe û ewlekariya hêzên wan û sivîl bihê dabînkirin. Dide xuyakirin, armanca sereke agirbest bû û ew jî hatiye ragihandin.

Erdogan dibêje, 12 xalên çavdêriyê wek xwe dimînin û sîstemên S-400 dê meha Nîsanê werin aktîvkirin ku, di dema aloziya Îdlibê de daxwaza patriot ji Amerîkayê kiribûn.

Medya Tirkiye ku beriya çend rojan, behsa karesata mirovî dikir, niha dibêje sivîl piştî rêkeftinê vedigerin malên xwe û kêfxweşiya wan radigihîne.

Civîna Putîn û Erdogan di rojeva civîna Wezîrên Derve yê Ewropayê de bû. Nûnerên Yekîtiya Ewropa rêkeftinê di warê gihandina alîkariya mirovî de girîng dibînin.

Josep Borrel - berpirsê pêwendiyên derve yê Yekîtiya Ewropa got:

".. Ez ji ragihandina agirbestê kêfxweşim. Xeberek xweş û hêviyek xweşe. Çawa bimeşe emê bibînin. Ji bo gihandina alîkariya mirovî bo Îdlibê dê rewşê baştir bike. Em dixwazin pêwendiyên xwe di gelek waran de bi Rûsya û Tirkiyeyê re baştir bikin ku ji bo nîqaşkirina vê em li vê derêne. Niha çar milyon penaber li Tirkiyeyê hene û em dizanin barekî giran e.  Lê nabe penaber wek karteke fişarê werin bikaranîn."

Li gor hin şareza û Pisporan, siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyê şikestinekê mezin xwariye û Rûsya hember Tirkiyeyê gav paşde neavêtiye. Gelek Tişt jî bi Tirkiyeyê hatitne qebûlkirin û dehan mijar hene ku nezelal in. Rewşa serbazên Tirkiyeyê li Îdlibê dê çawa be. Eger şerê hember HTŞê berdewam be, dê rola Tirkiyeyê li wê derê çi be? Û her weha ewqas şer li Îdlibê çima hat kirin?

 

 

 

C.B