Li Hewlêr û Neynewa erd hejiya

Li çend navçeyên di navbera her du parêzgehên Hewlêr û Neynewa de erd hejiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li çend navçeyên di navbera her du parêzgehên Hewlêr û Neynewa de erd hejiya.

Li gor Navenda Cîhanê ya Çavdêriya Erdhejê, erdhejek bi tundiya 4.9 bi pîvera Richter li navçeya Kelek û Giwêr ên di navbera Hewlêrê û Neynewa de rû da.

Hat ragihandin, Li navenda bajarê Hewlêrê û beşek ji parêzgeha Kerkûkê hest bi erdhejê hate kirin.

Heta niha derbarê ziyanên wê erdhejê de, tiştek nehatiye ragihandin.

 

S. B