Gundên Qerejdaxê di bin lehîyê de man
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber zêde barîna baranê, çend gundên li Qerejdaxa ser bi Sîvereka navçeya Rihayê ve, di bin lehîyê de man. Bi rabûna lehîyê hin malên ku nêzîkî newal û rubaranbûn di bin avê de hişt û bûye sedema zirarên madî.
Mixtarê Gundê Qanaxê Zekî Kenru, ji bo Kurdistan24 ragihand ku ji ber barana ku 2 roj e bariya, gundê wan û çend gundên din bi ber avê ketine û lehiya ku rabûye zirar daye hin mal, axur û alifê dewaran.
Zekî Kenru da raginad ku rêyên gund jî hemû zirar dîtine û Rêvebirên şaredariya Sîverekê jî ji bo piştgiriyê serdana wan kiriye. Hejayî gotinê ye ku hefteyekiye li bakûrê Kurdistanê hewa şilî ye û carina barina baranê tund dibe û zirarên madî peyda dike.
S. B