Tirkiye: Helin Bolek, di greva birçîbûnê de jiyana xwe jidest da

Endama Grup Yorum stranbêj Hêlîn Bolek, di roja 288'emînê greva birçîbûnê de canê xwe ji dest da

K24 – Navenda Nûçeyan

Endama Grup Yorum stranbêj Hêlîn Bolek, di roja 288'emînê greva birçîbûnê de canê xwe ji dest da.

Endama koma mûzîkê Grup Yorum, Hêlîn Bolek tevî hevalê xwe Îbrahîm Gokçek,  288 roj berê bi armanca şermezarkirina zext û fişarên li ser koma mûzîka wan, li Dêrsimê Meydana Seyîd Riza dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

 Endamên koma mûzîkê dixwestin qedexeya konsêrtan li ser koma wan were rakirin û fişarên li ser Navenda Çanda Îdilê bên dawîkirin.  Dayika Hêlînê dibêje, dema dest bi grevê kirin senga Hêlînê 70 kîlo bû lê daketibû jêr çil kiloyan.

 

 

 

C.B