Bi egera Korona, aboriya Tirkiye ber bi lawazbûnek mezin ve diçe

Ligor pisporên aborî, geştyarî li Tirkiye îsal, herî kêm ji 3/1 dê lawaz bibe. Ev jî tê wateya bandorek xerab di aboriya Tirkiye de

K24 – Navenda Nûçeyan

Bandora Vayrosa Korona li welatan bi awayek cuda xwe dide xuya kirin. Yek ji welatên, ku herî zêde bandorek xerab dibîne Tirkiye ye.

Sedema vê yekê jî: Sekterên aborî yên mezin li Tirkiye, ku dê bi krîzê re berbiçav werin e.

Di destê yekem de jî, bêguman sektera Geştyarî tê, ku qelemek herî xurt di aboriya Tirkiye de ye.

Ligor pisporên aborî, geştyarî li Tirkiye îsal, herî kêm ji 3/1 dê lawaz bibe. Ev jî tê wateya bandorek xerab di aboriya Tirkiye de. Hin pispor kêmbûma geştyariyê ji vê jî, mezintir dibîn in!

 

 

C.B