Navê min Mistefa Selimî ye

Kurd24

Navê min Mistefa Selimî ye.

Kurd im.

Ji bo Kurdayetiyê min xebat kir, heta çend rojê berê.

Hivdeh salan zindanîbûm ji ber karen Kurdayetiyê.

Herî dawî li girtîgeha Seqizê serhildanek çêbû û tevî bi dehan girtiyê siyasî ji girtîgehe Seqiz ber bi azadiyê ve bazdam.

Ji welatê ku lê dijiyam ber bi welatên xwûşk û birayên xwe ve.

Welatê çar perçe.

Perçeyê welatê min xizan û hejar, lê berxweder, zana û mişt huner…

Di rê de dema ber bi welatê ‘azadiyê’ ve diçûm xeyal im ew bû ku sosina bêhn bikim.

Dibe li nav bexçeyekî rastî zarokekî bihatama û nergizên topkirî bidaya min bi tiliyên xwe yên hinekirî û min maç bikira ew tiliyên êvara berê di hineya xwûşka wê de hatibûn hine kirin…

Pê re keça min bihata ber çavê min, kî zane belkî jî kurê min.

Bi çarlepikan wan hembêz dikim, hilma wan ya bi salan ji min dûrbûn heta hetayê bi carekê dikişînim hundirê xwe…

Bav û diya min bawer nedikirin careke din min bibinin lê vaye bayê azadiyê digere li ser bedena min…

Erê bavo

Erê daye

We nikarîbû azadiyek bexşî me bikira lê vaye em zarên we azadiyê tînin ber lingên we, hindik ma…

Di rê de me û çend gav din êdî azad im, li perçeyî din yê welatê xwe.

Sermest im bi dîtina ala xwe, ala ku diyariya Qazî Muhammed bû ji Mehabadê li cem Melle Mistefa...

Dîsa ketim navan xeyalan ku ev al digere li seranserê welatê me û perçe nemaye di nav tu Kurdan de.

Wê Pêşewa careke din ser bilind be ku lingê wî li ser serê dagirkeraye û zarên wî di şopa wî de û azadî anî ne Mehabad, Hewlêr, Amed û Qamişlo…

Lê…

Xeyal û azadiya min çend saet bû.

Ew ên min ji wan re digot bira min girtin û dîsa min teslîmî dagirkerên xwe kirin, dibin ala Pêşêwa de ku bi sedhezaran neteweperweran serî di ber de dabûn.

Dema girtîbûm qet nebe xeyalê min hebûn hîn.

Birayên min ne tenê azadiya min, dawî li xeyalên min jî anîn.

Yek tikaya min bû ji wan ku bihêl in ez xwe bikujim û ne bi destên dijminan.

Ew jî qebûl nekirin û xwestin bêm kuştin bi destên neyaran.

Çîrokek dayika min hate bîra min di wan kêliyan de.

Kê kir min kir

Kê kir min kir

Kê kir min kir

Pepûk

Kê kuşt min kuşt

Kê kuşt min kuşt

Kê kuşt min kuşt

Navê min Mistefa Selimî ye.

Kurd im.

Hin xeyalên min hebûn, heta çend roj berê.

Bi destên birayên xwe hatim kuştin.

Wekî Helepçe bûm di rista helbestvanekî de, ku di çend deqeyan de ez difetisandim û hayê dinyayê ji min nedibû…