ENKS û Pêşmergeyên Roj - du hêzên, navxweyî û navneteweyî nayên paşguh kirin

Kurd24

Bi rêya damezrandina pêwendiyan û têkîlan bi dewletên zilhêz re, ENKS pirsa Kurd di warê polîtîk û mirovî de da xuya kirin. Krîza Sûrî nêzîkî 10 salan dom dike, wêraniyek û kambaxiyeke mezin li du xwe çêkiriye, tevî koçberiyê, xelkên wî welatî ketin e bin barekî hejarî yê gelek dijwar û xirab de. 

Di dema berî agir û çiriska şoreşê were vêxistin, xwe berda tevahiya bajar û gundên Sûrî û ji ajelan heta mirovan da ber xwe. Xelkê Kurd nizanîbû çilo û çawa rojane nanê zarokên xwe debar bikin, xem û êşên xwe kom dikirin, û mitala jiyanê dikirin. Ew jî planek rêjîma BAAS a Xwedênenas û barbar bû, ku hewl bi her awayî û her wateyê da, ku gelê Kurd qels û dûrî ji siyasetê bike. 

Bingeha piraniya tevgerên siyasî yên Kurd li Kurdistana Sûrî, li ser dirûşmên banga bilezkirin û parastina mafên gelê Kurd bilind kirin e. Armanc û daxwazên xwe ligorî dem, cih û qonaxa sîyasî diguhezîn. Ji lewma baweriya xwe bi pêşeroje xwe tînan û hewl didan bigihêjine mafên yasayî û ew liser welatparêziya neteweyî kedî bûn û gava xwe bi vê hawayî tavêjin, û di bin çengek, ku bibe sedema hevbeş peyda bike,  dijîn. 

Ji bo hukûmetên Sûriye yên berî û piştî BAAS, pirsa Kurd ji wan re metirsiyek bû, û bû sedema nakokiyek giran di navbera hikûmetên Sûrî û mafxwazên Kurdan de. Bi dehên salan jî, berdewam e. Ev nakokî li gorî hêz û qelsiya hukûmetên navendî yên li Sûrî bûn e desthilatdar, zêde û kêm dibe.

Di dema rêjîma BAAS de gelek fişar li Kurdan hat encam dan, û heta tevgera siyasî jî sist û melûl bû, û Kurdên dilsoz ên li mafên xwe dixebitîn pir işkence û lêdan û zehmetî kişandin . 

Bi derketina şoreşa Sûrî, di sala 2011an de, di encama serhildanên gelêrî de li welatên Ereban, an ku bi vî rengî tê bi nav kirin Bihara Ereban, partiyên Kurdan li Kurdistana Sûrî, dîsa bi hêz dijî rêjîma BAAS rabûn, û di bin çavdêriya Serok Mesûd Barzanî, bi alîkariya wî, dû hêzên ji hev cuda hatine ava kirin, yek bi navê Pêşmergeyên Roj û ya din jî, bi navê  Encûmana Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS). Her du hêz bi hevalbendên xwe re ketin têkildariyan (Pêşmergeyên Kurdistana Iraqê û PDK wek mînak) bo bidestxistina mafên Kurd li Sûrî heya gihiştin pêşkeftinên girîng. 

ENKS û Pêşmergeyên Roj karibû di asta leşkerî û siyasî de piştgiriya dewletan di qada navneteweyî de werbigirin, ji ber ku ew li pêşiya wan hêzan e,  ku li dijî rêxistina DAIŞ şer kirin . 

Ev çalakiya siyasî, ku ji aliyên ENKS ve di van çend salên bihurî de hatine bidestpêkirin, qunaxek nû bixwe re anî û êdî Kurd bi dewletan re ketin danûstandinê û nexasim wekî  dewletên xwedî bandor liser Şoreşa Sûrî hene, mîna Tirkiye û Rûsya. Rojhilata Navîn niha di bin guhartinên girîng ên siyasî û leşkerî û abûrî de ye, ku piraniya wan bi hev ve girêdayî ne. Hin ji wan bandor li yên din dikin, û di heman demê de pêşbendên derketina sîstema nû ya Rojhilata Navîn zelal û xwuya dibe. ENKS wekî hêzek siyasî cihê xwe li ser erdê girtiye , ev ji bû çavreşî û zexelî ji aliyê netewnexwazan ve . 

Herweha rol û pêwendiya ENKS digel dewletên dijberî û ligel rêjîma Sûrî hene, û dilxwaziya wan di beşdariya Sûriyek nû de mezin dibe û ji bo di qonaxa piştî şerê çekdarî li Sûriyê de, Kurd bê behr nemîn in û herêmek sîyasî ya nîv-xweser ava bikin û bi hevkariya aliyên navxweyî, derveyî, herêmî û navneteweyî piştgiriya ENKS bibe û heta rêvebirîya sîyasî-leşkerî û rêxistinî serkeftî be. 

ENKS kariye xwe di astek pir mezin de û zehmet de bi rêxistin bike, da ku ew karibe beşdarî damezrandina strukturên rêveberiyê li Sûriyê bibe. Ji lewma rastî gelek kelem û pîj û mij hat, lê her berdewam bû . Ne tenê ENKS rastî van kesên Kurdkuj û netewbinpêkir hatin, Pêşmergeyên Roj jî wiha, ku pêxwasan bi kampaniyek qirêj û çepel rabûn û Pêşmergeyên Roj ji xwe re kirin armanc. 

Di dawîyê de, ez dixwazim vê jî bêjim, ku Pêşmergeyên Roj tevayiya derfetên xwe xistin xizmeta hevwelatiyên Kurdistanê û bi hemû şêweya berdewam in - bo ava kirine qonaxeke nû, tê de maf û çarenûsa Kurdên rojavayê welêt bête spartin.