Qurbaniyên erdhejê dixwazin xaniyên guncaw ji wan re werin çêkirin
K24 – Diyarbekir
Piştî erdehejên ku li gund û mezrikên navçeyên Kanîreş û Çêrme yên ser bi bajarê Çewlik a Bakurê Kurdistanê ve rû dane, niha jî xebatên tomarkirina zirar û ziyanan tên kirin. Welatiyên ku nikarin ji tirsa erdehajan têkevin malên xwe de li konan dimînin û dixwazin ku li şûna avahiyên wan ji nû ve avahiyên saxlem werin avakirin. Pisporên erdnasiyê jî amaje dikin ku divê mal û ava li ser xetên erdhejê neyên avakirin.
Li gundê Almelî yê ser bi navçeya Çerme ya Çewlikê ve, di 14 û 15ê Hezîranê de du erdhejên pile 5.7 û 5.6 li vê herêmê çêbûn. Bi dehan mal û avahî hilweşiyan. Pasevanekî canê xwe ji dest û da û 27 welatî jî birîndar bûn. 130 ajal telef bûn. 40 mal û 105 gov û axûr hilweşiyan. Rayedarên dewletê amaje dikin ku dê hemû zirar û ziyana mexdûran were dayîn. Welatiyên ku mexdûr bûne hê di şoka erdhejê de ne. Piştî erdhejên mezin nêzî 200 erdehêjên pile biçûk jî çêbûn.
Welatî Kaya Kaçar ji K24ê re got: "Em di erdhejê de şaş bûn, me got qey malê me û pezê me hemû çûn. Jixwe xaniyê me çû. Lê Xwedê dîsa li me hat rehmê. Baş bû ku em wê gavê li derve bûn, heger em li hundur buna em ê hemû di bin avahî de bimana."
Welatî Elî Kasar: "Jiyana min li bajarê Îzmîrê derbas dibe. Ez Havînan tên gundê xwe. Mala bavê min li vê derê ye. Me liv ir ji bo xwe avahî çêkirine. Lê avahiyên me jî derizînê. Em nikarin têkevin avahiyan. Lê dema ku ji bo me tiştek lazim bibe em bi lezûbez dikevin hûndir û ji hundir tînin."
Piştî erdhejê ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn ve li gundewarên ku zirar û ziyan lê çêbûne kon hatin vedan û welatî, bi kelûpelên ku karine ji bin xirabeyan derdinin di van konan de jiyana xwe derbas kirin. Piştî erdhejê pisporan jî li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Ji zanîngeha Çewlikê ji beşa erdnasiyê Dr. Kenan Akbayram got; ev herêmeke erdhejê ye û divê mal û avahî li gorî vê rastiyê bi awayeke saxlem werin avakirin.
Mamosteyê Zanîngeha Çewlikê Dr. Kenan Akbayram ji K24ê re got: "Em li ser derzên ku têne xuyakirin lêkolînan dikin. Em dizanin li vê derê gelek derz hene û em ê lêbinêrin ka gelo di vê erdhejê de kîjan derzên mezin şkestîne. Li aliyê Kanîreşê sê derzên mezin hene. Di 1949an de li Erzinganê erdhejeke mezin çêbibû. Ev heremeke erdhejê ye û divê mal û avahî li ser derzên erdhejê neyên çêkirin."
Piraniya xaniyan kelpîç û kevir in. Ji ber vê yekê herî zêde jî ev avahî hilweşiyan. Avahiyên ku van salên dawiyê hatine çêkirin derizîn lê gelek ji wan nehilweşiya. Sadik Varolguneş jî mamosteyê beşa avahîsaziyê yê Zanîngeha Çewlikê ye û ew jî dibêje dîwar bi axê hatibûn lêkirin û baş bû ku pileya erdhejê ne mezintir bû an dê ziyaneke mezintir çêbûbûya.
Endezyarê Avahîsaziyê Sadik Varolguneş diyar dike: "Li gorî saxlemiya avahiyan zirar û ziyan derdikeve holê. Li vê herêmê ji bo avakirina dîwaran herî hatiye bikaranîn û dîwar baş bi hev re nehatine girêdan. Ya rast diviya bû di erdehejeke 5,7 pile de ev xûsaret çênebibûya. Lê mixabin avahî saxlem nehatine çêkirin û di erdejan de dihilweşin."
Welatiyên ku li vê herêmê dijîn debara xwe bi ajaldariyê dikin û xwedî mezrik in jî. Di erdhejê de avahiyên li mezrikan jî zirar dîtin û ajal di bin xirabeyan de man. Rayedarên dewletê amaje dikin ku dê arîkariya ajalan jî bidin şêniyên gund û dê birînên wan derman bikin. Ji tirsa erdehê welatî êdî naçin malên xwe û di konan de dijîn. Ew dixwazin ji beriya zivistana dijwar xaniyên nû û saxlem ji wan re werin çêkirin.