HSD 19 kesên bi endamtiya DAIŞê girtî, serbest berdan

Hêzên Sûriya Demûkrat 19 kes, ku bi tohmeta hebûna peywendiyên digel DAÎŞê girtibûn, îro li ser daxwaza rîspiyên bajarokê Şedadê û gundewarên Dêrazorê serbest berdan

K24 – Navenda Nûçeyan

HSDê 19 kes, ku bi tometa endamtiya DAÎŞê hatibûn girtin, serbest berdan.

Hêzên Sûriya Demûkrat 19 kes, ku bi tohmeta hebûna peywendiyên digel DAÎŞê girtibûn, îro li ser daxwaza rîspiyên bajarokê Şedadê û gundewarên Dêrazorê serbest berdan.

Civata Serbazî ya Bajarokê Şedadê ragihand, destê wan kesan di kuştinê de nebû ye, û piştrast bû ye k,u peywendiyên wan digel DAÎŞê jî, nebû ye.

Beriya niha jî, du caran HSDê hejmarek kes ji zîndanên xwe serbest berda bûn, ku bi tometa hebûna peywendiyên digel DAÎŞê hatibûn girtin.

 

 

C.B