Xwestin çi ye?

Kurd24

Bi rasti çaxa her du partîyên nû yên Tirkîyê (Partîya Deva u Partîya Gelecek bi Kurdî Peşeroj) çer bernama xwe dîyarî kirin, di destê ewil da em wek mirovên Kurd pê kêf xweş bûn. Ev cara ewil bû ku partîyên bi destê Tirkan hatine damezrandin, di bernama partîyên xwe de cih dane pirsgirêka Kurd u mafê zimanê Kurdî. Ev yeka wekî pêşveçûnekî rind hat nirxandin. Hetta ji bo pêşveçûna doza Kurd u Kurdî jî wekî nirxekî, wekî serkeftinekî hat dîtin. Çimkî îdî Kurd, hebûn u mafên wan bi çi meqsedê be bila bibe, bi nivîskî jî hatibû qebûl kirin.

Hetta ev her du partî jî piştî damezirandinê li ser malperên medyaya civakî, hesabên fermî yên bi Kurdî jî li xwe zêde kirin. Partîya Seadetê (Saadet Partîsi) jî bi dû van her du partîyan li ser malpera medyaya civaki a twettirê ji xwe re hesabik vekir. Ev geşedan u pêş ketin wekî gavên dilxwazîyê hatin şîrovekirin. Helbet ev gavana ji hêlkî da hem di cih da bûn hem hebkî kêfa me jî anî. Çimki ev gavana ji bo jidilxwestina çareserkirina pirs a Kurd u Kurdî wekî gavên remzî u sembolîk bûn. Feqet gavên sembolîk jî îdî ji bo çaresekirinê têr nakin. Divê gavên xwedî bandor bêne avetin; gavên şênber, gavên dermanker... Rêya vê mijarê jî herkes baş pê dizane. Rê ji bingeha dewletê derbas dibe; rê di qanûna esasî, di anayasayê ra dere. Ji bo vê rastîyê tu hewce bi şirove u tevîlekî tunne. Ev rastî li pêş çavan e, bi herkesi ve eşkere ye.

Ziman, nirxeke desthilatdarîyê ye. Loma zihnîyet u mentalîta Dewletê ji bilî zimanê xweyê fermî tu zimanêki naxwaze. Her çiqa bêje hewce bi zimanekî din tunne, zimanê fermî ya niha besî herkesî dike, ev derewekî mezin e. Rasti ne hewce pê bûn u nebûnê ye, mesele desthilatdarbûn bixwe ye. Li hemberê zimanê fermî hebûna zimanekî din, wekî daxwaza hevparîya desthilatdarîyê tê fehm kirin, tê dîtin. Loma evi nêzî sed sale li ser zimanê Kurdî u zimanên dinên Anatolîyayê pirr plan u plansazîyên bişaftinê hatine tetbîq kirin, hîna jî tên kirin. Zimanê duyemin, hevparê duyemin e. Ji bo vê mentaliteya dewletê a halîhazir tê vê fehmê.

Partîyên nû, li dijî vê mantelîteya dewletê eger kanibin bisekinin, li gel vê yekê fermîtî u perwerdebûna bi zimanê Kurdî bixwazin, li gorê vê yekê hewl bidin; çaxakî bun desthilatdar, qanûn u rêziknama çêkin, derxînin; zimanê Kurdî bigrin bin temînata qanuna esasî, bi vî awahî soz u qewlê bidin, vê soz u peymana xwe eşkere bikin, ew roj dê mirovên Kurd ewê bi dilxwazîya partîyên nû, bi semîmîyeta wan, bi jidiltîya wan bawer bimînin. Eke em bi kurtasi bêjin, zikê gell ji qise u gotinên çareserkirinê îdî têr e. Qise u gotin zêde zêde, pirr caran, li pirr deran bi her awahi hatin gotin. ji bo halê heyî du gavên şênber u hêsan li ber me ne. Yek, divê Kurd jî wekî milletekî hevpar u avakar di qanûna bingehîn de werin nasîn. A diduyan, Kurdî ji bo ku bibe zimanê perwerdehîyê, her çi rê u derfet hene, lê werin vekirin. Bes xwestin aniha evqas! Ji xwe her du gav bi cih werin, dawîya her tiştî wê bixwe bixwe bê. Ez di vê bawerîyê de me. U dawîyê de ez vî jî li gotina xwe zêde bikim. Heger kî va her du gava bavêje ji xwe ewê dilxwazîya xwe peyt u ispat bike u emê jî heta dawîya umrê xwe jê sipasdar bin.