Li çend navçeyên Herêma Kurdistanê erd hejiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Xaneqîn û Kifrî yên Başûrê Kurdistanê îro danê nîvro erd hejiya û Rêveberiya Erdhejê radigihîne, navenda erdhejê li bajarê Kirmanşanê yên Rojhilatê Kurdistanê bû.
Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê aşkere kir, îro demjimêr 11:37 li Xaneqîn û Kifrî bi tundiya 3.7 pile pîvera Richterê erd hejiya.
Da zanîn jî, navenda erdhejê 30 K.M ji Xaneqînê û 39 K.M ji Kifrî dûr bû û kûrahiya erdhejê bi kûrahiya 10 K.M bû.
destnîşan kir, erdheja duyem jî bi pileya 2.9 li pîvera Richterê bû.
Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê diyar kir, welatiyan hest bi erdhejê kir, lê di encama wê de ti ziyaneke canî nebû.
S. B