K24 TAYBET – Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dest pê dike

Rêveberê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê Ferhan Stêrk ragihand; Festîvala Fîlmên Kurdî ku nêzîkî 20 sal in tê lidarxistin, dê îsal bi awayekî online were pêkanîn

Adem Özgür

Rêveberê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê Ferhan Stêrk ragihand; Festîvala Fîlmên Kurdî ku nêzîkî 20 sal in tê lidarxistin, dê îsal bi awayekî online were pêkanîn û got: “Hemû karên festîvalê; weşandina fîlman, rêvebirina wan, bi awayekî zindî gotûbêjkirina fîlman li gel derhênerên wan, diyarkirina kalîteya fîlman, hemû dê bi awayekî online were kirin.”

Îsal li paytexta Brîtanyayê bajarê Londonê, di navbera 15 - 24ê Tebaxê de 11emîn Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin. Festîval dê 10 roj berdewam be û 50 fîlm bi awayekî online were pêşandan. Piştî pêşandana fîlman, dê derbarê fîlman de gotûbêj werin kirin.

11emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê tevî pêşkêşkirina bernameyên cur bi cur ên tematîk, dê bernameyeke tenê li ser kurtefîlman jî pêşkêş bike.

Mijarên ku îsal di festîvalê de cih digrin ev in: Li Wêdetirê Sînoran, Têkoşîn Berdewam e, Jin di Sînemayê de, Şerê li ser Ekranan, Berê li Kurdistanê, Zarok di Sînemayê de.

Pêşandan û çalakiyên online, îsal ji bo temaşevanên li her aliyên cîhanê dê bêpere be.

Ferhan Stêrk, Rêveberê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê derbarê destpêka festîvalê de ji K24ê re ragihand: “Piştî ku di sala 2000î de Behmen Qubadî bi fîlma xwe ya Dema Hespên Serxweş li Festîvala Fîlman a Cannesê xelat wergirt, li vê derê komeke ji çalakvanên Kurdistanî, di sala 2001ê de dest bi lidarxistina festîvalê kirin. Ev bû festîvaleke wisa ku ji her çar parçeyên Kurdistanê mirovan tîne ba hev. Ji ber vê yekê ev festîval bi nasnavekî Kurdistanî dest pê kir. Ji sala 2001ê heta niha 10 festîval hatin lidarxistin. Festîvala 11em jî dest pê dike!”

Stêrk bal kişande ser wê yekê ku ev festîval carinan her sal, carinan jî du salan carekê tê lidarxistin û sedemên vê yekê hene.

"Em dikarin her sal festîvaleke fîlman li dar bixin"

Ferhan Stêrk eşkere kir ku ew dikarin her sal festîvala fîlman encam bidin û got: “Kurd li cîhanê di warê sînemayê de deng dane, fîlmên Kurdan têne temaşekirin. Dema ez ji Londonê li vê yekê dinêrim, ez vêya dibînim. Dema behsa sînemaya Rojhilata Navîn tê kirin, dibêjin 'Em ji sînemaya Kurdî jî fîlmekê werbigrin'. Gava mijar dibe kultureke mîstîk, an jî behsa berxwedanê tê kirin, li fîlmên Kurdan dinêrin. Ji vê hêlê ve em di asteke baş de ne. Helbet divê ji vê bileztir û baştir be.”

Rêveberê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê eşkere dike; ji destpêka sala 2000î ve nasnav, şêwaza kulturî û tempoya xebata festîvalê pêk hatiye û di sala 2012an de jî weqfek hatiye avakirin.

Ferhan Stêrk amaje bi wê yekê dike ku îsal cara ewil e ji Endustriya Fîlman a Brîtanyayê piştgiriya fermî wergirtine û dibêje: “Me ji sala 2001ê ve zêdetirî 5 hezar fîlm berhev kirine. Arşîveke me ya bihêz heye.”

"Her ku fîlmên Kurdî temaşe dikin, xwe bihêz hîs dikin"

Stêrk ji K24ê re destnîşan kir; di festîvalê de zêdetirî 50 fîlm têne pêşandan û  hezkiriyên sînemayê van fîlman dişopînin û got: “Temaşevan li vê derê sînemaya Kurdî baştir dişopînin. Temaşevanên ji welatên cuda yên Ewropayê, ji bo şopandina festîvalê bi me re dikevin têkiliyê. Her ku fîlman temaşe dikin, xwê bêhtir bihêz hîs dikin. Sînema qadeke wisa ye ku propagandaya siyasî û kultura neteweyan herî baş di vê qadê de tê nîşandan. Sînema ji vê hêlê ve bihêz e û pêkve tîne. Divê piştgiriya sînemayê were kirin û ev qad were parastin û bibe saziyekê.”

Ferhan Stêrk li ser rewşa niha ya siyasî û aborî ya sînemaya Kurdî diyar kir: “Eger em bikarin pêşveçûna sosyo-ekonomîk û sosyo-polîtîk a her devereke Kurdî zêde bikin, endustriya sînemayê jî dê pêşve biçe. Her roj şer, mirin, ambargo, rêlibergirtin û qedexe berdewam in. Sînemaya ku di bin neteweyeke mêtinger de pêşve diçe, carinan him jê re destûr tê dayîn û him jî tê qedexekirin. Li Îranê wisa ye, Tirkiye jî nêzîkî xeta Îranî dibe. Wezareta Çandê ya Tirkiyê carinan fîlma ku piştgirî daye wê, piştre sansûr dike. Em qala sînemayeke wisa dikin ku di bin şert û mercên bi vî rengî de pêşve diçe.”

Stêrk dibêje: “Her sal ji me re bi sedan fîlm tên. Ji aliyê kapasîte ve mirov dikare rê li ber hin fîlman bigre, weke mînak fîlm bi pereyên gelek zêde jî, dibe ku bi dawî nebe. Lê hin fîlm ji aliyê naverokê ve gelek dewlemend in, hûn nikarin rê li ber wan bigrin, hûn dikarin bi telefonekê jî fîlmekê bikşînin.”

"Sînemaya Kurdî di cihekî gelek taybet de ye"

Rêveberê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bal kişande ser wê yekê ku di 11emîn Festîvala Fîlmên Kurdî de bala xwe dane ser sînemagerên ciwan û diyar kir ku sînemaya Kurdî di cihekî gelek taybet de ye û got: “11emîn Festîvala Fîlmên Kurdî îsal dê di navbera 24ê Adarê û 3yê Gulanê de bihata lidarxistin. Mixabin me ji ber nexweşiya Covid-19ê festîval paş xist. Ji bo vê festîvalê em bi mehan xebitîn, demeke kin mabû ku em ragihînin, vîrûsa koronayê derket pêşiya me. Piştre me biryar da ku em bi awayekî online li dar bixin, îsal festîvalên mezin ên cîhanî jî bi awayekî online hatin encamdan. Biryara paşxistinê, biryareke rast bû.”

"Yekem car e ku di warê festîvala fîlmên Kurdî de çalakiyeke online tê lidarxistin"

Ferhan Stêrk dibêje: “Hemû karên festîvalê; weşandina fîlman, rêvebirina wan, bi awayekî zindî gotûbêjkirina fîlman li gel derhênerên wan, diyarkirina kalîteya fîlman, hemû dê bi awayekî online were kirin. Divê em gelek naverok amade bikin. Me berê evqas naverok amade nedikir û gelek kes beşdarî festîvalê dibûn. Niha ew rewş tine ye. Loma divê em hewayeke wisa pêk bînin ku em hîs bikin em li gel temaşevanan hatine cem hev. Yekem car e ku em di warê festîvala fîlmên Kurdî de çalakiyeke online pêk tînin. Em bi kelecan in.”

 

Î.A