Li Iraqê 3 hezar û 325 kes bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 74 kesan jiyana xwe ji dest dan.

K24 – Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 74 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 74 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 325 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Herwiha 2 hezar û 307 kes jî baş bûne.

Wezaretê di daxuyaniya 8ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 147 hezar û 389 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 105 hezar û 504 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.

Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 577 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 5 hezar û 310 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Î.A