Iraq ji ber binpêkirinên Tirkiyê bang li Encûmena Asayîşa Navdewletî kir

Piştî êrîşa firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê bo ser otomobîleke pasevanên sînorî yên Iraqê li devera Biradost, Hesen Ke'bî, Cîgirê Yekem ê Serokê Parlementoya Iraqê, ev êrîş weke binpêkirina serweriya Iraqê da nasîn û ragihand ku ev êrîş zirareke mezin dide peywendiyên dîrokî yên navbera Iraq û Tirkiyê.

K24 – Hewlêr

Hesen Ke'bî bi tundî ev êrîş şermezar kir û ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku bang li Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê bike û peyameke tund bide Tirkiyê.

Cîgirê Yekem ê Serokê Parlementoya Iraqê destnîşan kir ku dubarebûna van êrîşan, bi awayekî eşkere binpêkirina hemû yasayên navdewletî û biryarên Encûmena Asayîşa Navdewletî ye û divê Encûmena Asayîşê bilez li hember van binpêkirinan bertekê nîşan bide.

Ji aliyê din ve Artêşa Iraqê jî ragihand; Tirkiye bi awayekî eşkere destdirêjî kir ku têde firokeya wê ya bêfirokevan, otomobîleke pasevanên sînor kire armanc.

Artêşa Iraqê herwiha destnîşan kir; di wê destdirêjiyê de du efserên payebilind û şofêrê wan, şehîd bûn.

Î.A