Li Îdirê erd bi tundiya 4.4 pileyan hejiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Îdir yê ser bi Agirî ve li bakurê Kurdistanê erd hejiya.
Li gorî medyaya Tirkiyê, îro berbangê demjimêr 02.29, li bajarê Îdirê erd bi tundiya 4.4 pile li ser pîvera Rîchterê hejiya.
Li gorî agahiyan, erdhej di kûrahiya 7 K.M de qewimiye û li bajarokê Bazîdê jî hest pê hatiye kirin.
Ji ber erdhejê welatî hinekî tirsiyan, lê tê gotin ku ziyanên canî û madî nebûye.