Artêşa Iraqê: Em destdirêjiyên Tirkiyê bi tundî şermezar dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Yehya Resûl, Berdevkê Hêzên Çekdarî yên Iraqê ragihand; Iraq ti car rê nade axa wê ji bo destdirêjîkirina ser welatên cîran were bikaranîn û got: “Divê Tirkiye rêz li serweriya welatê me bigre.”
Berdevkê Hêzên Çekdarî yên Iraqê ji kanala El Erebiye re ragihandiye: “Ji bo bersivdana destdirêjiyên Tirkiyê, çendîn rêyên me hene.”
Yehya Resûl dibêje: “Serweriya welatê me, xeta me ya sor e. Em ti car rê nadin destdirêjî lê were kirin û em destdirêjiyên Tirkiyê yên vê dema dawî, bi tundî şermezar dikin.”
Berî niha jî di daxuyaniyekê de Yehya Resûl ragihandibû; em bi ti awayî li hederkirina xwîna xelkê Iraqê naborin û gotibû: “Em bi tundî vê êrîşa firokeya bêfirokevan a Tirkiyê şermezar dikin, ku hejmarek leşkerên me kire armanc û di encamê de Fermandarê Lîwaya Du li devera yek a Fermandariya Hêzên Pasevaniya Sînor û Fermandarê Fewca Sê şehîd bûn û Fermandarê Fewca Yek û efserê îstixbaratê û du pasevan jî birîndar bûn.”
Î.A