Bexda yadaştnameya nerazîbûnê dide Tirkiyê
K24 – Hewlêr
Ji ber ku hêzên pasevaniya sînor ên Iraqê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatibûn bombebarankirin û sê efserên Iraqî jiyana xwe ji dest dabûn, Fatih Yildiz, Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê bangî Wezareta Derve ya Iraqê hat kirin.
Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand; Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê bangî wezaretê hatiye kirin û Wezareta Derve ya Iraqê yadaştnameyeke nerazîbûnê daye wî.
Li gor daxuyaniyê, di yadaştnameyê de Iraqê binpêkirinên berdewam ên Artêşa Tirkiyê şermezar kiriye, ku binpêkirina herî dawî jî bombebarankirina bi firokeyên bêfirokevan li devera Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê bû, ku di encama wê de du efser û serbazekî Artêşa Iraqê jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Derve ya Iraqê tekez dike ku divê Tirkiyê demildest bombebarankirinê bide sekinandin û hêzên xwe yên destdirêjkar ji temamê axa Iraqê vekişîne.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin; dubarebûna van karan û guhnedana li daxwazên Iraqê di sekinandina binpêkirinan û vekişandina wan hêzên Tirkiyê de ku hatine nav sînorê me yê navdewletî, dibe sedema çavkişandina bi qewareya alîkariya di navbera her du welatan de li hemû astan.
Wezareta Derve ya Iraqê dibêje: “Iraq tekezî li bikarneanîna axa xwe dike weke baregeh û rêrew bo gihandina zirarê bi ti welatekî cîran, herwiha qebûl nake ku bibe qada pevçûn û yekalîkirina hesabên aliyên derve.”
Herwiha wezaretê bal kişandiye ser wê yekê ku Bexdayê serdana Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê betal kiriye, ku biryar bû roja pêncşemê were Iraqê.
Î.A