Hejmara nû ya kovara Sînemaya Serbixwe derket

Hejmara sêyem a Kovara Sînemaya Serbixwe wek dijîtal hate weşandin. Sînemaya Serbixwe ku wek malper jî li ser nûçe û geşedanên sînemaya Kurdî, sînemaya cîhanî û sînemaya Tirkîyeyê radiweste û xwînerên xwe agahdar dike, piştî navberekê 7 mehan bi jimara xwe ya sêyem wek e-kovar derket pêşberî xwendevanên xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmara sêyem a Kovara Sînemaya Serbixwe wek dijîtal hate weşandin. Sînemaya Serbixwe ku wek malper jî li ser nûçe û geşedanên sînemaya Kurdî, sînemaya cîhanî û sînemaya Tirkîyeyê radiweste û xwînerên xwe agahdar dike, piştî navberekê 7 mehan bi jimara xwe ya sêyem wek e-kovar derket pêşberî xwendevanên xwe.

Berîya niha du hejmarên Sînemaya Serbixwe wek e-fanzîn hatibûn weşandin. Lê edîtorê Sînemaya Serbixwe Rûmet Med dide zanîn ku, êdî Sînemaya Serbixwe dê weke e-kovar û di salê da jî du caran bê weşandin.

Di vê hejmara nû da, bi sê zaraveyên Kurdî (Kurmancî, Zazakî, Soranî) nivîs û gotar cih girtine.

Di hejmara sêyem a Sînemaya Serbixwe de; nivîskar û lêkolîner Dilazad Art gotareke bi sernavê "Avakirana Sinemayeke Netewî: Sînemaya Kurdî" amade kiriye.

Nivîskarê malpera Sînemaya Serbixwe, Welat Ramînazad nivîseke zazakî li ser fîlmê "Şîwenî Befr"ê nivîsandiye. Rûmet Medî di nivîsa xwe de li ser sînemaya derhênerê navdar Andreî Tarkovskyî disekine.

Di hejmara nû de, nivîskarê malperê Mela Mihyedîn li ser rêzefîlmê Beforeyê nivîsandiye. Arezû Sirajeddîn di derbarê lîstika "Tepil û Berd" ya Şiwan Etûfî de nivîseke şanoyê amade kiriye.

Şafî Muhammed gotareke li ser fîlmê "Du Ziman û Baholek"ê nivîsandiye û bi vê fîlmê li ser mijara Temsîla Zimanê Kurdî sekiniye.

Hawar Rehîmî nivîseke soranî ya bi sernavê "Netewekan Awêney Sînema" nivîsandiye. Nivîskarê malpera Sînemaya Serbixwe, Omer Bextiyar gotareke di derbarê fîlmê "Hespê Torînoyê" yên Béla Tarr, Ágnes Hranitzkyê de amade kiriye.

Her wiha di vê hejmarê de hevpeyvîna Vedat Yelerî ku bi edîtorê kovarê re hatibû kirin, cih digre.

Kovara Sînemaya Serbixwe bi edîtoriya Rûmet Med derketiye û bergsazî-rûpelsaziya kovarê jî ji aliyê Ahmet Tîrêj Kaya hatiye amadekirin.

Ji vê hejmarê pê ve êdî Sînemaya Serbixwe dê weke e-kovarê û salê du caran derbikeve.

Lînka hejmara nû ya Sînemaya Serbixwe:

http://sinemayaserbixwe.blogspot.com/2020/08/hejmara-seyem-sinemaya-serbixwe-derket.html