Iraqê geştên xwe yên esmanî bo Tirkiyê rawestand

Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Iraqê ragihand; geştên esmanî yên Iraqê bo welatê Tirkiyê heta destpêka meha Cotmehê hatiye rawestandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Iraqê ragihand; geştên esmanî yên Iraqê bo welatê Tirkiyê heta destpêka meha Cotmehê hatiye rawestandin.

Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Iraqê bi daxuyaniyekê rawestandina geştên esmanî yên Iraqê bo Tirkiyê heta 1ê Cotmeha 2020an ragihand.

Rêveberê Ragihandinê yê Desthilata Balafirvaniya Sivîl diyar kir ku ev biryar li ser daxwaza Tirkiyê hatiye dayîn û armanca wê jî rêlibergirtina zêdebûna vîrûsa koronayê ye.

Berî niha Desthilata Balafirvaniyê ya Tirkiyê li ser raspardeya Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê biryar dabû ku geştên esmanî yên ligel Iraqê heta 1ê Îlonê were rawestandin, lê piştre heta mehekê din jî hatiye dirêjkirin û heta 1ê Cotmehê ev biryar berdewam e.

 

Î.A