Rewşa tendirustiya Eta Nehayî baş bûye

Rewşa tendirustiya nivîskar Eta Nehayî baş bûye û ewê heta çend rojan bo malê bê veguhestin.

K24 - Kirmaşan

Rewşa tendirustiya nivîskar Eta Nehayî baş bûye û ewê heta çend rojan bo malê bê veguhestin.

Nivîskarê naskirî yê Kurd Eta Nehayî beriya bi 20 rojan ji ber êşa dil bo nexweşxaneyê hatibû rakirin û li Nexweşxaneya Îmam Elî ya Kirmaşanê neştergerî bo wî hatibû kirin.

Kurê nivîskar Eta Nehayî, Kawan Nehayî îro roja çarşemê 02.09.2020an ji Kurdistan24ê re axivî û  ragihand ku rewşa bavê wî gelekî baş e.

Herwiha Kawan Nehayî got: “16ê meha Tebaxê neştergerî bo Kak Eta hat kirin. Çend hefteyan di bin çavdêriya bijîşkan de bû. Lê aniha rewşa Kak Eta gelekî baş e. Heta çend rojan mûmkîn e ji nexweşxaneyê derkeve û bijîşkê neştergeriya Kak Eta kiriye birêz Prof. Dr. Ferîddûn Sebzî jî dilniya bûye ku tendirustiya Kak Eta êdî baş e.”

Eta Nehayî kî ye?

Nivîskar Eta Nehayî di sala 1960î de li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û Enstîtuta Mamosteyiyê li bajarê Weramînê yê Îranê xwendiye.

Demeke dirêj li Baneyê mamostetî kiriye. Yek ji pêşengê romannivîsiyê ye li Rojhilatê Kurdistanê ye.

Eta Nehayî endamê Yekîtiya Nivîskarên Îranê ye. Roman û çîrokên wî li başûrê Kurdistanê û Îranê û rojhilatê Kurdistanê hatine xelatkirin.

Li bakurê Kurdistanê beşdarî di fuarên kitêban de kiriye. Li ser berhemên James Joyce, Franz Kafka edebiyata modern a Îranê gotar nivîsandine.

Weşanxaneya Avestayê hemû romanên Eta Nehayî bo kurdiya kurmanciyê tercûme kirine û çîrokên Nehayî jî tên tercûmekirin.

Berhemên Eta Nehayî wiha ne:

Çîrok: Zirîke, Tengane, Ew Balindeyê Birîndar Ez im

Roman: Balindeyên Li Ber Bê, Grewî Bextî Helale