Nêçîrvan Barzanî û Jeanine Plasschaert rola NY ya li Iraqê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê civiya.

K24 - Hewlêr

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de ligel Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraqê civiya.

Di civînê de her du aliyan pêvajo û rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û li ser peywendî û gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê û hevfêmkirinên van demê dawiyê yên her du aliyan li ser mijara budce û mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê axivîn.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi rola tîma Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê kir, ku dikare alîkariya Hewlêr û Bexdayê bike ji bo handana gotûbêjeke cidî ya navbera wan, ji bo çareserkirina yekcarî ya kêşeyan li ser bingeha destûrê.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser raporta Nûnera Sekreterê Giştî yê NYê ya li Iraqê ku derbarê giringiya cîbicîkirina destûrê û sîstema federalî de pêşkêşî Encûmena Asayîşa Navdewletî kiribû.

Geşedanên herî dawî yên belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) û çawaniya rûbirûbûna wê, hilbijartinên dahatû yên Iraqê û yasaya hilbijartinan, rewşa aware û penaberên li kampên Herêma Kurdistanê mijarên din ên civîna Nêçîrvan Barzanî û Jeanine Hennis-Plasschaert bûn.

 

Î.A