Yewnanistan zengilê şer li dijî Tirkiyê lêdide

Wezîrê Geşepêdanê yê Yewnanistanê ragihand; Atîna ji îhtîmala şerê li hember Tirkiyê natirse.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Geşepêdanê yê Yewnanistanê ragihand; Atîna ji îhtîmala şerê li hember Tirkiyê natirse, ku ji ber aloziyên navbera her du aliyan li rojhilatê Deryaya Spî peywendiyên wan aloz bûye.

Li gor malpera Greek City Times a Yewnanî, Adonis Georgiadis, Wezîrê Geşepêdanê yê Yewnanistanê ragihandiye: “Ez di wê baweriyê de me ku Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê bi awayekî berdewam li pey xeyala neçêbûyî diçe.” Herwiha gotiye: “Divê welatiyên Tirkiyê gelek nîgeran bin ji gefên berdewam ên ji bo derxistina şer û rûbara xwînê li Fransa û sivikatîkirina bi Emmanuel Macron, Serokê Fransayê, çimkî reftarên bi vî rengî ji nerîta dîplomasî û siyasetê derketin e.”

Adonis Georgiadis amaje bi wê yekê kiriye ku ti gumana wî tine ye ku daxwaza Erdogan vejandina împaratoriya Osmanî ye û di îhtîmala her xeletiyekê de jî hişyarî daye Enqerê ku "bila nebêjin qey Atîna nikare berjewendiyên xwe biparêze".

Georgiadis dibêje: “Her kesê ku bibêje qey Yewnanistan ditirse, xeletiyeke mezin dike.”

Wezîrê Geşepêdanê yê Yewnanistanê diyar dike: “Ev pêngav, bûye sedema wê yekê ku asta şiyana şer a artêşa Yewnanistanê bi awayekî berçav bilind bibe û wisa kiriye ku Yewnanistan ji bo senaryoya herî mezin a şer amade bibe, ku hinek kes vê yekê difikirin.”

Adonis Georgiadis dibêje: “Niha Tirkiye rûbirûyî kêşeyeke mezin a navxweyî bûye. Beşeke mezin a welatiyên Tirkiyê fêm nakin ku ev hemû reftarên Tirkiyê dê zirarê bide jiyana wan.”

Georgiadis di dewama axaftina xwe de diyar kiriye: “Ev kar ji bo Erdogan, ne ew qas hêsan e. Çimkî Tirkiye, weke hin kes difikirin, ne welatê mezin e, welatekî bihêz e û şayenî rêzgirtinê ye, lê em jê natirsin û em nakevin bin barê ti gefekê û em li ser heqê xwe jî rêkeftin nakin.”

Adonis Georgiadis ji Tirkiyê daxwaz dike ku vê rastiyê fêm bikin, da ku siberojeke baş û aştiyane li benda gelên her du welatan be.

 

Î.A