Trump: Dînîtiya dengdana elektronîk rawestînin

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din rexne li dengdana elektronîk girt û ragihand ku dengdana elektronîk gelek guman di xwe de dihewîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din rexne li dengdana elektronîk girt û ragihand ku dengdana elektronîk gelek guman di xwe de dihewîne.

Biryar e di meha Mijdarê de proseya hilbijartinan a Serokatiya Amerîkayê were encamdan.

Joe Biden namzetê demokratan e ku li hember namzetê komariyan Donald Trump ketiye rikeberiyê.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê dibêje: “Dînîtiya dengdana elektronîk rawestînin. Gelek kartên dengdanê bo hemû cihên vê cîhanê têne şandin, da ku bi rêya elektronîk deng bidin. Ev dînîtî ye.”

Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê di 3yê Mijdara 2020an de dê were lidarxistin û beşek ji dengderên Amerîkayê bi rêya postayên elektronîk dengên xwe dane.