Li Girê Sipî çekdaran 2 keç revandin

Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve 2 keç li bajarokê Girê Sipî revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve 2 keç li bajarokê Girê Sipî revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 2 keçikên ji Hesekê dixwastin bi riya Girê Sipî re derbasî Tirkiyê bibin. Lê ji aliyê çekdaran ve hatin revandin.

Rewangehê amaje bi wê da, nayê zanîn çekdaran ew her du keç bi kû ve birine û çarenivîsa wan ne diyar e.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran di Cotmeha 2019an de êrîşî ser Girê Sipî û Serê Kaniyê kirin û dagîr kirin. Ji wê demê ve jî rê nadin ku kurd derbasî wan her du herêman bibin.