Gundên Til Temirê 10 meh in tên topbarankirin

Zêdeyî 10 mehan e gundewarê Til Temir rastî topbaranê ji aliyê girûpên çekdar yên opozîsyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê ve te û gelek caran jî qurbanî çêdibin.
kurdistan24.net

 

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdeyî 10 mehan e gundewarê Til Temir rastî topbaranê ji aliyê girûpên çekdar yên opozîsyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê ve te û gelek caran jî qurbanî çêdibin. Metirsî li cem welatiyan peyda bûye ku bajarokê wan rastî êrîşekê bê.

Li Til Temirê hêz û leşkerên welatên cuda hene. Li derdora Til Temirê xalên artêşa Sûriyê hene. Li nava bajêr jî bargeheke Rûsî heye û baregeheke Amerîkî jî li nêzîkî wê ye. Hebûna van hêzan rehetiyê li cem sivilan peyda nake. Welatî dibejin her hezek ji bo berjewendiyên xwe hatine deverê u dema ku êrîşek cêbibe, dê bi erêkirina van hêzan be.

Bajarokê Til Temir beriya niha li ser destê DAIŞê rastî weraniyê hatiye. Welatiyên wê jî di ezmûna koçberiyê re derbas bûne. Loma ew di metirsiyê de ne ku ew careke din zehmetiya koçberiyê bibînin. Kocberên Serê Kaniyê ku gelek ji wan li Til Temirê bi cih bûne, ta ku nêzîkî bajarê xwe bin, dibêjin, heger careke din êrîş cêbibin, paşerojeke reş li pêş wan e.