Parlemeterê Kurd li Rûsyayê madelyaya rêzgirtinê ya Putin wergirt

Li Koşka Kremlînê madelyaya rêzgirtinê ya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji parlementerê Kurd ê li Parlemetoya Federal a Rûsyayê Zelîmxan Mutsoev re hat dayîn

Moskow (K24) – Li Koşka Kremlînê madelyaya rêzgirtinê ya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji parlementerê Kurd ê li Parlemetoya Federal a Rûsyayê Zelîmxan Mutsoev re hat dayîn.

Zelîmxan Mutsoev, Kurdekî Êzidî yê nişteciyê Moskowê ye. Heta niha 5 car ser hev di hilbijartinên parlementoyê de bi piraniya dengan bi ser ketiye.

Herî dawî di hilbijartinên 18ê Îlona 2016an de bi piraniya dengan li herêma Uralski ya Rûsyaya Federal bûye endamê Parlementoya Rûsyayê.

Mutsoev yekane kes e ku li Rûsyayê pênc car ser hev dibe endamê parlementoyê û piraniya dengan bi dest dixe.

Zelîmxan Mutsoev di demên dijwar de li cem gelê xwe yê Kurd bûye û di dema êrîşên DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê de bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî pêşkêşî awareyên zirardîtî kir.