Referandûma serxwebûnê li ser rûpelên dîrokê mohreke ku kes nikare tune bihesibîne

Kurd24

3 sal di ser referandûma serxwebûnê de derbas bû.

Berîya referandûmê û piştî referandûmê gelek tişt hatin gotin, hatin kirin.

Lê bi ya me  di wê demê de, referandûma serxwebûnê hem mafekî rewa bû, hem jî êdî li dijî fen û fût, dekûdolab, hîle û xapandin, neheqî û bêûsûlîyên  Desthilatdarên Bexdayê bibû wek mecbûrîyeteke jî.

Dewleta Iraqê, Qanûna Bingehîn a Federalî ya Iraqê û pêwîstîyên bi wê ve girêdayî bicîh nedianî û  ji bo ku maddeya 140î bi cîh neyê çi ji destê wê hat texsîr nekir. Desthilatdarên Bexdayê xwestin destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê tune bihesibînin, lawaz bikin, xwestin şexsîyet û îradeya gelê Kurdistanê bişkînin.

Budçeya ku mafekî fermî yê Herêma Kurdistanê ye, tu carî bi temamî negihişt ber destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û paşê jî hemû budçe hate birîn.

Desthilatdarên Bexdayê di şerê li dijî  DAIŞê de alîkarî û piştgirîya aborî, leşkerî,  lojîstîk bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nekirin.

Di rewşeke weha de rêya herî maqûl, rast, meşrû ew bû ku, ji bo vê helwesta Bexdayê û ji bo pêşeroja Başûrê Kurdistanê , raya gelê Kurdistanê bihata pirsîn. Rêya vê yekê ya herî însanî, demokratîk û meşrû jî  referandûm bû.

Amerîka, Rûsya û Dewletên Ewropîyan çavên xwe ji dewletên dagirker re girtin

Hinek alîyên peywendîdar, bi armancên cuda cuda, bi daxwaza betal kirin an paşdexistina referandûmê, xwestin îrade û  şexsîyeta gelê Kurdistanê bişkînin.

Dewletên wek Iraq, Îran, Tirkîye  û Sûrîyeyê dîyar e ku çima li dijî referandûmê derdiketin. Van dewletan ji îrade û daxwazên meşrû yên  miletê Kurd, yên gelê Kurdistanê ditirsîyan.Û jibo rê liber doza azadîya miletê me, welatê me bigirin van dewletan bi dehan caran jenosîd û qetlîam û neheqî û malvêranî li gelê me kirinê.

Lê di demeke ku dinya hatîye guhertin de, di demeke ku êdì gelek berjewendîyên gelê Kurdistanê û yên Dewleta Amerîka, Rûsya û Dewletên Ewropî nêzî hev bûne, divê van dewletan êdî bi hişmendîya Sykes-Picot,  Sewr û Lozanê li meseleya Kurdistanê nenêrin.

Dewleta Amerîka, Rûsya û Dewletên Ewropî di eynî demê de li dijî referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê jî, li dijî ya Katalonyayê jî derketibûn.Ev jî nîşana wê yekê ye ku, hîna jî dewletên mezin, gava neyê hesabê wan dikarin, mafê azadî, demokrasî û çarenûsîya miletan jî tune bihesibînin.

Cîhê pirsê ye ku  gelo sebebê wê tirsa ji referandûmeke meşrû  û demokratîk çibû?

Bi taybetî jî  gelek balkêş bû ku, Amerîka û Dewletên Ewropî , ku demokrasî û azadîyeke berfireh di rêvebirî û jîyana gelê xwe de bicîh kirine,  li dijî referandûmê derdiketin .

Dewleta Amerîkayê, Rûsya û dewletên din yên  mezin , dema ku Desthilatdarên Bexdayê ewqas neheqî, bêûsûlî li Herêma Kurdistanê dikirin, Qanûna Bingehîn a Iraqê bicîh nedianîn, mixabin bêdeng diman, çavên xwe ji van kiryarên Desthilatdarên Bexdayê re digirtin.

Dewleta Amerîkayê, Rûsya û dewletên din yên  mezin , heta 15 rojên dawîyê jî bi eşkereyî li dijî referandûmê derneketin. Vê yekê  ji alîyekî ve bi awayekî  sist be jî hêvîyek dida alîyê Kurdan û qeneteke weha çêbibû  mimkune ku Dewleta Amerîkayê û dewletên din yên  mezin pirsgirekan dernexînin.Lê di deh rojên dawî de Dewleta Amerîkayê û dewletên din yên  mezin , destpê kirin, gotin, ‘’referandûm çênebe dê baştir be’’. Û berîya referandûmê 2 rojan Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi nameyekê daxwaz li Birêz Serok Mesûd Barzanî kir da ku referandûmê li dar nexin û hinek pêşniyarî anî. Di vê nameyê de gelek xalên di berjewendîyên Kurdan de jî hebûn, lê gelek tişt jî şêlû hatibû hiştin û di binavkirina garantorîya Dewleta Amerîkayê û dewletên din yên  mezinde nezelalîyek hebû.

Ew  name û daxwaza Tillerson jî him pir dereng ketibû , him jî daxwazeke weha bû ku li prensîbên demokrasîyê , li rêz girtina îradeya gel a bi rêyên demokratîk û meşrû nidiguncî.

Herweha di demeke ku hemû Kurdên cîhanê edî li gorî psikolojîya lidar xistina referandûmê motîve bûne de, wê pêşniyarîya Tîllerson ya 2 roj berîya referandûmê ji Birêz Serok Mesûd Barzanî re hatibû pêşkêş kirin, di eslê xwe de, tune hesibandina wan hest û bîr bawerî û coş û lêxwedîderketina gelê Kurdistanê ya ji bo referandûmê bû. Heger em rewş û atmosfer û hesasîyeta wê demê bînin bar çavên xwe,  wê demê referandûm bihata paşde xistin, mimkun bû ku şikesteke ji îhtîmala encama ‘’na’’ ya serxwebûnê jî xerabtir rûbida.

Partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê pêkve di 7ê hezîrana 2017an de biryara referandûmê girtin.Heger Dewleta Amerîkayê û dewletên din yên  mezin, di meha hezîrana 2017an de, bi wê naveroka nameya Tillerson, li gel partîyên Kurdan civîyabûna û bi awayekî çêker li rêya çareserîyê  bigerîyana û gava ku careke din Kurd macbûr man, jibo mafê referandûmeke di pêşerojê de hinek garantî bidana Kurdan, mimkun bû ku alîyê Kurdan ew pêşniyarîyên di nameya Tillerson de hebûn binirxandina, careke din biryara xwe li ber çavan derbas bikirina. Lê mixabin Dewleta Amerîkayê û dewletên din yên  mezin ev rê nebijartin. Heta rojên dawîyê jî bi helwesteke şêlû tevgerîyan û 2 roj berîya referandûmê xwestin hinek tiştan li ser Kurdan ferz bikin.

Heger em sîyasetên Dewleta Amerîka, Rûsya û Dewletên Ewropî yên berê li dijî miletê Kurd meşandine bidine ber çavan, bêbawerîyeke miletê Kurd a biheq li dijî van dewletan heye. Helwesta van dewletan a ku sed sale li himberî dewletbûna Kurdan e, helwesta Amerîkayê ya di Peymana Cezayîrê ya 1975an û gelek sîyaset û kiryarên van dewletan, bûye sebebê bêbawerîyeke mezin li himberî van dewletan. Ez di wê qenaetê de me ku , vê bêbawerîyê û bêdengî û çavlêgirtina van dewletan a li himber kiryarên Desthilatdarên Iraqê yên ji 2005an heta îro jî tesîreke mezin li ser helwesta Birêz Serok Mesûd Barzanî kirîye ku bi gotin û nameyên şêlû bawer nebe.Van dewletan gelek soz3en ku dabûn bicîh neanîbûn, li soz û peymanên xwe xwedî derneketibûn.

Helbete ku di van deh salên dawîn de, di damezrandina Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê û di destkeftinên li Rojavayê Kurdistanê de roleke girîng û esasî ya Emerîka û Fransayê heye. Divê em weke alîyê Kurdan vê rastîyê jî paşguh nekin, rêzê lê bigirin. Lê wan sîyasetên berê, her wek birînekê di dilê Kurdan de cîh girtiye. Helwesta Amerîka û Rûsyayê ya vê dawîyê ya rê dan Dewleta Tirkîyeyê da ku Efrîn, Girê Sipî,Serê Kanîyê dagir bike jî nîşana wê yekê ye ku Kurd çima li himberî  van dewletan  di nav bêbawerîyekê de ne.

Emerîka aktorekî esasî bû ku di sala 1991ê de beşeke Başûrê Kurdistan bê rizgar kirin û Dewleta Federeya Başûrê Kurdistanê bê damezrandin. Lê Donald Trump ê ku Serokê vê dewletê ye, îro dibêje ‘’Me xeletî kir ku me midaxaleyî Iraqê kir’’. Ango gotinên Donald Trump tê wê maneyê ku ‘’Me xeletî kir ku me Rejîma Seddam Huseyînî rûxand û me rê ji Federalîya Herêma Kurdistane re vekir’’. Herweha Donald Trump  li Rojavayê Kurdistanê siyaseteke ewqas bêîstîkrar dimeşîne ku destê Kurdan her li ser dilê wan e.

Jiber vê yekê gava ku meriv helwesta Birêz Serok Mesud Barzanî ya li himber nameya Wezîrê Derve yê Emerîkayê dinirxîne, divê meriv van rastîyan jî li ber çav bigire.

Birêz Serok Mesud Barzanî bi aşkereyî digot, "Referandûm nayê wê maneyê ku  emê roja piştî referandûmê yekser  serxwebûnê îlan bikin.Em dixwazin, bîr û raya gelê xwe bizanibin".Jiber vê beyana Birêz Serok Mesud Barzanî divîyabû ku Dewleta Amerîkayê rêz li biryara referandûmê bigirta û divîyabû Dewleta Amerîkayê wan pêşniyarîyên ku di nameya Wezîrê Derve yê Amerîkayê de hatibûn pêşkêş kirin, piştî referandûmê bicîh bianîbûna.

Dewleta Amerîkayê û Dewletên Ewropî   li cîhê ku li dijî referandûmê derdiketin, divîyabû bigotina "Piştî referandûmê em dixwazin li gel Rêvebirên Herêma Kurdistanê û li gel Bexdayê ,  li gorî naveroka nameya Wezîrê Derve yê Amerîkayê , pêvajoyeke nû destpê bikin".

Heger Dewleta Amerîkayê, Dewletên Ewropî , helwesteke bi vî rengî girtibûna dê ev  li kultura wan a demokrasîyê jî bihata û dê rêyên maqûl jibo çareserîya pirsgirêkan jî bihata bicîh kirin.

Îdîaya ku dibêje ‘’referandûma serxwebûnê nebûya dê karesat û bûyerên 16yê cotmeha 2017an jî nebûya’’, ne îdîayeke rast e

Piştî ku referandûm li dar ket û gelê Kurdistanê, bi encama referandûmê  bi awayekî zelal îradeya xwe ya serxwebûnê beyan kir, rewşeke nû derket holê.

Berîya referandûmê, gelek dewletan û gelek alîyên sîyasî, îdîa dikirin ku navçeyên mijara madeya 140î ne, ne Kurdistanê, gelê ku li wê derê dijîn  jî naxwaze ji Iraqê cuda bibin.

Lê encamên referandûmê aşkere kir ku gelê Kerkûk û Şingal û deşta Mûsîlê û navçeyên din yên ku mijara madeya 140î ne, li nêzî ji %70-80 yî beşdarî referandûmê bûn û ji %80yî zêdetir ji serxwebûnê re gotin ‘’belê’’.

Helwesta gelê Kurdistanê yên li navçeyên mijara madeya 140î  de dijîn helwesteke birûmet, netewî, niştimanî û serxwebûnxwaz bû. Ev, encam û helwesteke dîrokî bû.

Gava ku helwesta gelê me yê Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helepçeyê, li gel vê helwesta gelê me yê navçeyên ku mijara madeya 140î ne bûne yek, temama cîhanê fêhm kir ku gelê Başûrê Kurdistanê bi rêjeyeke bilind û bi awayekî meşrû, demokratîk tercîha ‘’belê’’ ya serxwebûnê kiribûn.

Ev rastîya wek xencerekê li sînga dijmin û xêrnexwazên Kurdistanê çikiya. Û jibo ku vê encamê tune bihesibînin, dest bi êrîş û neyartîyeke bê sinor kirin.

Di roja 16yê cotmeha 2017an de, dagirkirina Kerkûkê û navçeyên ku mijara madeya 140î ne, planeke qirêj a dijmin û xêrnexwazên Kurdistanê bû. Heger em rûdanên piştî referandûmê rûdane bi hevre girêbidin, emê bikaribin bêjin ku ‘’ev plana êrîş kirin û dagirkirinê berîya referandûmê hatibû amade kirin’’. Û mixabin bi alikariya hinek hêzên navxweyî yên Kurdan û bi çav lê girtina Dewleta Amerîkayê, Rûsyayê û Dewletên Ewropayê,  Kurd tûşî vê karesatê bûn. Kerkûk jî di nav de, ji %45ê axa Başûrê Kurdistanê careke din hate dagirkirin.Heşdî Şehbî û Artêşa Iraqê di 20ê Cotmeha 2017an de  li  Pirde, Zimar û Sihêla êrîşeke mezin anîn ser pêşmergeyên Kurdistanê. Armanca vê êrîşê dagirkirina hemû axa Başûrê Kurdistanê û  ji holê rakirina destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê bû. Êrîşa 20ê Cotmeha 2017an nîşana wê yekê bû ku di eslê xwe de Heşdî Şehbî û Artêşa Iraqê berîya referandûmê planeke qirêj amade kiribûn  ku referandûm nebe jî, Kerkûkê û navçeyên ku mijara madeya 140î ne dagir bikin. Herweha êrîşa 20ê Cotmeha 2017an nîşana wê yekê bû ku Heşdî Şehbî û Artêşa Iraqê berîya referandûmê xwe ji bo êrîşeke bi vî rengî û ji bo ji holê rakirina destkeftinên federe yên Herêma Kurdistanê amade kiribûn; referandûm biba jî, neba jî  ji bo bicîhanîna vê plana xwe dê êrîş bikirina.

Ji ber vê rastîyê jî, ez dibêjim ew îdîaya ku dibêje ‘’Referandûma serxwebûnê bû sebebê jinûve dagirkirina Kerkûkê û ji %45ê axa Başûrê Kurdistanê. Heger referandûma serxwebûnê nebûya dê karesat û bûyerên 16yê cotmeha 2017an jî nebûya’’. ne îdîayeke rast e; ev îdîa,  plan û hewlên dagirkeran û yên dijminên gelê Kurdistanê paşguh dike. Ev îdîa,  mafekî rewa, însanî, meşrû yê gelê Kurdistanê weke sûcekî, weke xeletîyeke ku divîyabû bê ceza kirin dihsibîne û ev îdîa, binpê kirin û tune hesibandina vê îradeya piranîya gelê Kurdistanê, weke encama şaşitîyeke Kurdan dibîne.

15 rojan berîya referandûmê Cîhgirê Serokê Heşdî Şahbî Hadî Amirî di hevpeyvîneke xwe ya li gel telewîzyoneke Kurdan de weha digot ‘’Ez fêhm nakim, gava ku hinek behsa Kurdistanê dikin, qesda wan çî ye? Kurdistan kê derê ye, ji ku destpê dibe, li ku dikede? Û ez ne li gel wê yekê  me ku Iraq ji herêmên federe pêk bên; bila her bajarek bi awayekî adem-î merkezîyetçî bê îdare kirin’’.

Hadî Amirî li gel Qasim Silêmanî, aktorê duyem bû ku plana dagir kirina Kerkûkê û navçeyên din amade kiribûn. Hadî Amirî di eslê xwe de tiştên ku di dil û mejîyê Dewleta Iraqê de bû dianî ziman.

Gotinên Hadî Amirî bi awayekî zelal nîşana wê yekê ye ku , Hadî Amirî û hevalbendên wî, berîya referandûmê plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê û ji holê rakirina destkeftîyên federe amade kiribûn. Referandûm neba jî  ji bo ku ew wan armancên xwe pêk bînin dê êrîşî Kerkûkê bikirina, dê bixwestina destkeftinên federe yê Herêma Kurdistanê ji hola rakin.

Encamên referandûmê kilîdeke zêrîn e jibo derga li dewleta serbixwe vebe

Ji ber vê rastîyê jî,  referandûma serxwebûnê û encamên wê, hem kilîdeke zêrîn e jibo derga li  dewleta serbixwe ya pêşeroja Kurdistanê vebe, hem jî di nav rûpelên dîrokê de  mohreke ku tu kes dê nikarîbe tune bihesibîne, dê nikaribe ji holê rake.

Belê, ji %72yê gelê Kurdistanê, li gel hemû plan û dijayetîyên dewletên dagirker û li gel nerazîbûna dewletên cîhanê, di 25ê îlona 2017an de çûn ser sindoqan û bi rêjeyeke bilind,  ji %92.73yê beşdaran ji serxwebûnê re gotin "belê".

Di demeke ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞê şer dikir û  di bin dorpêçkirin û ablûkaya aborî ya Bexdayê de di rewşeke gelek xerab de dîjîyan,; di demeke ku  gelê me yê Kerkûkê  û navçeyên mijara madeya 140î di bin tehdît û zextên piralî de bûn; encamên referandûmê nîşana rûmet, cesaret  û  bêtirsîyê bû, nîşana bişexsîyetbûn û têgihîştineke netewî, niştimanî, dîrokî bû.

Lidarxistina referandûmê û encamên wê di eslê xwe de berxwedan û serîhildaneke netewî û niştimanî bû li himberî hemû plan û têkdan û stratejîyên dijminên Kurdistanê.

Çawa ku dijmin û xêrnexwazên Kurdistanê jibo miletê me ji holê rakin,  ji bo rê li ber doza azadî û serxwebûna Kurdistanê bigirin  li Barzan , li Helepçeyê, li çar alîyê Kurdistanê Enfal û bi dehan jenosîd pêk anîne; her bi vî rengî, van dijmin û xêrnexwazên Kurdistanê xwestin rê li ber referandûmê bigirin,  piştî referandûmê jî encamên referandûmê û beyana meşrû ya "belê" ya serxwebûnê nasnekirin û di 16yê cotmeha 2017ê de Kerkûk jî tê de careke din ji %45ê axa Başûrê Kurdistanê dagir kirin.

Têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê çiqas meşrû, rast û di wexta xwe de be û çiqas pêwîst be; referandûma serxwebûnê ya 25ê îlona 2017an jî ewqas meşrû, rast û di wexta xwe de bû, ewqas pêwîst bû.

Em di 3yemîn salvegera referandûma serxwebûnê de careke din dibêjin, em xwedî li biryara meşrû û demokratîk ya referandûmê û xwedî  li encamên wê yên meşrû derdikevin.

Ji ber biryardarî , ked û xebata wan a jibo li dar xistina referandûma serxwebûnê, em careke din spasî û pîrozbahîya Birêz Serok Mesûd Barzanî û ya  hemû partî û dezgeh û kesayetan û ya gelê xwe dikin. 

Bi minasebeta 3yemîn salvegera referandûma serxwebûnê,  em careke din bangî xuşk û birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê û bangî hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê dikin da ku em li destkeftinên dewleta xwe ya federe xwedî derkevin. Parastin û pêşdebirina destkeftinên federalî, destpêka Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê ye.

Herweha bi minasebeta 3yemîn salvegera referandûma serxwebûnê em careke din bangî  hemû dewletên cîhanê û yên  herêmê dikin, em bangî  hemû hêzên leşkerî û siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dikin, da ku rêzê li desthilatdariya fermi, meşrû ya Parlamento, Serokatî û Hikûmeta Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê bigrin. 25.09.2020