Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser pêkvejiyan û lêborînê dike

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Karubarê Pêkhateyan Aydin Merûf civiya.

Di civînê de rewşa pêkhateyan bi taybetî pêkhateya Tirkmenan guftûgo kirin û tîşk xistin li ser hevbeşî û rol û beşdariya wan ya li proseya siyasî û birêvebirin û kayeyên dinê jiyana li Herêma Kurdistanê da. Di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Tirkmen pêkhateyeke resenê civaka Kurdistanê ne û roleke wan ya diyar û ber bi çav li avakirin û berev pêşvebirina hemû kayeyên jiyana li Herêma Kurdistanê da heye.

Li beşeke dinê civînê de birêz Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Karubarê Pêkhateyan, bi kurtî di derbarê rewşa pêkhatên olî û neteweyiyên dinê Kurdistanê û karubar û pêdiviyên wan xiste rû. Her wiha balkişand li ser xwendina Tirkmenî û Siryanî û çalakiyên kultûrî û rewşenbîriyên wan kir.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser siyaseta Herêma Kurdistanê ya ji bo parastin û kûrkirina kultûra dewlemendiya pêkvejiyanê û hevdû qebûlkirin û lêborîna li navbera hemû pêkhatên neteweyî û olî yên li Herêma Kurdistanê kir, bi awayek ku Tirkmen, Mesîhî, Êzdî, Kakeyî, Ermen, Şebek, Ereb û Kurd hemû pêkve wekhev bin û dûpat kir ku wekî herdem Herêma Kurdistanê bi niştiman û landika aramiya hemûyan dimîne.