Ji Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê bo Soran biryara bûtçeya taybet!

Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bûdçeyeka taybet ji qezaya Soran re diyar kir.

Hewlêr (K24) - Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bûdçeyeka taybet ji qezaya Soran re diyar kir.
Wezareta Tendirûstiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek ji bo Kurdistan24'ê şandiye û têde wiha gotiye:

"Hukûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna vîrûsa corona piştgiriya xwe berdewam dike. Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî biryar hatiye dayîn kû 331 milyon û 200 hezar dînar hatine diyar kirin ji bo avakirin û dabînkirina kargehên hilberîna oksîjenê li qezaya Soran di çarçoveya pêdiviyên girîng ên rûbirûbûn û dermankirina nexweşên Korona de li Herêma Kurdistanê."

Soran yek ji navçeyên parêzgeha Hewlêrê ye. Ji nahiyên Xelîfan, Diyana û Sîdekan pêk tê.