Çavên koçberên Serê Kaniyê li riya vegerê ye

Koçberên Serê Kaniyê dixwazin bi serpereştiya civaka navdewletî vegerin malên xwe.
kurdistan24.net

 

Qamişlo (K24) – Piştî salekê ji dagîrkeriya Serê Kaniyê û Girê Sipî ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, koçberên Serê Kaniyê behsa êş û azarên xwe dikin. Herwiha dixwaz dikin di bin çavdêriya civaka navdewletî de vegerin ser mal û milkên xwe.

Salek di ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Sipî re derbas bû. Bi sedhezaran xelk bi neçarî koçber bûn û beşek ji wan di kampan de dimînin, dixwazin di bi serperiştiya civaka navdewletî vegerin ser mal û milkên xwe.

Koçberê ji Serê Kaniyê Seydo Reşo dibêje: Çekdaran li zarok û pîreke min dan. Mal û milkên min talan kirin. Heta ew çekdar li wir in, ez venagerim. Divê vegera min bi awayekî qanûnî be û em hikmê wan qebûl nakin.”

Koçbera Serê Kaniyê Hemra Husên hewl dabû vegere mala xwe, lê ji aliyê çekdaran ve hate revandin û eşkencedan. Hemra di wê derbarê de got: “Li min dan. Lingê min tev de werimî. Dikirin ez bikuştama. Destê min kelepçe kirin û li me dan. 100 darên me yên zeytûnan hebûn, ew şewitandin. Dukan û hewşa me teqandin û wêran kirin.”

Berî salekê û di roja 9ê Cotmeha 2019an de, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê êrîşî ser Serê Kaniyê û Girê Sipî kirin û dagîr kirin. Di encamê de, bi sedhezaran xelk koçber û derbider bûn. Li pêş çavên cîhanê jî heta niha kuştin, dizî û talana ji aliyê çekdaran ve berdewam e û riya vegera koçberan jî girtî ye.