Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê pireya geliyê Ranyayê datîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro kevirê bingehîn ê pireya geliyê Ranyayê datîne.
Pireya geliyê Ranyayê, li devera Raperîn projeyeke girîng û stratejîk e. Bi 10 milyar û 300 milyon Dînar tê cibicîkirin.
Ev pire, hêsankariyê ji bo çûnûhatina welatiyên devera Raperînê dike. Di warê bazirganiyê de jî, ji cotkarên deverê re dibe alîkar, ji bo berhemên xwe bigihînin bazaran.
Her îro (Sêşem 13.10.2020) jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, encamdana çend projeyên din jî li sînorê devera Raperînê radigihîne.