Serokê Hikûmetê encamdana 5 projeyan bi 20 milyar Dînar li Raperîn ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmetê bo cara yekem bi fermî serdana devera Raperînê kir. Li ser daxwaza xelkê deverê jî 4 proje ragihandin û kevirê binyadê ji bo projeyeke din danî. Tevahiya projeyan bi buhayê zêdetir ji 20 miliyar Dînaran tên cîbicîkirin.
Proje ji van pêk tê:
1- Projeya derbenda Ranya, bi 11 milyar û 378 milyon û 745 hezar û 800 Dînar îro ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve kevirê binyadê hat danîn.
2- Nûjenkirina dibistanan li Raperîn bi buhayê yek milyar û 500 milyon Dînar.
3- Avakirina kolaneke 60 metrî li Qeladizê bi buhayê milyarek û 800 milyon Dînar.
4- Dirustkirina riya dualî ya bazara Ranya bi buhayê 4 milyar û 500 milyon Dînar.
5- Avakirina navendeke penceşêra pêsîrê bi buhayê zêdetirî milyarek Dînar.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro di merasîma danîna kevirê binyadê yê pireya derbenda Ranyayê de ragihand, “Xwe bi bextewer dizanim ku derfet çêbû sardana devera Raperînê bikim. Ev dever di dirêjahiya şoreşên li dû hev yên tevgera rizgarîxwaza gelê me de, bi hezaran şehîd û qurbanî dan. Piştre jî bû deriyê raperînê ku bi xwîna gencên vê deverê, Kurdistan hat rizgarkirin. Ji ber wê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkê xwe dizane ku xizmeteke hêjayî vê deverê bike.”
Dirêjahiya pireyê 420 metr e. bilindbûna wê 30 metr e. Ew Proje jî ji aliyê kompanyaya Amanc ve ku kompanyayeke navxweyî ye, tê bicihanîn.