Doza Tahir Elçî bo 3ê Adara 2021ê hat paşxistin

Piştî 5 salan yekem runiştina doza kuştina Tahîr Elçî bi amadebuna doznameyê li Diyarbekirê hat dîtin.
kurdistan24.net

 

Diyarbekir (K24) - Piştî 5 salan yekem runiştina doza kuştina Tahîr Elçî bi amadebuna doznameyê li Diyarbekirê hat dîtin. Di dozê de gumanbar bi rêya înternetê beşdar bûn û parêzerên Tahîr Elçî ev yek qebûl nekirin û xwestin şandeya serokatiya dadgehê ji ber ku ne bêalî ye were guherîn û alozî derket. Li ser vê yekê doz bo 3ê Adara 2021an hat paşxistin.

Yekem runiştina doza kuştina Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî li Diyarbekirê li Dadgeha Cezayê Giran a 10emîn de piştî 5 salan hat dîtin. Dozê ji ber bergiriyên ewlekarî û bergiriyên Koronayê dereng dest pê kir. Di dozê de 24 parêzeran parastina Tahîr Elçî kirin û li gorî doznameya dozgerî jî wek gumanbar 4 kes ku 3 jê polîs û 1 jî endamê PKKê ye tên darizandin. Gumanbarên polîs bi rêya înternetê ji Meletî û Elezîzê beşdarî dozê bûn. Yek ji Parêzerên Tahîr Elçî Mehmet Emîn Aktar amaje kir ku şandeya dadgehê ne bêalî ye û hemû daxwazên parêzeran ji aliyê dadgehê ve yekser tên redkirin.

Parêzer Mehmet Emîn Aktar ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em hatibûn vê derê gilî û gazincên xwe bikin û bêjin ev îddaname kêm e. Lê dadgehê hemû talebên me red kir. Kesên bi rêya SEGBISê îfade didin rûyê wan xuya nakin, em nizanin çi kes in. Tahîr Elçî ne bi bêhemdî, berovajiyê wê bi zanebûnî û qestî hatiye kuştin.”

Ji bilî mafnas û baroyên Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê qada siyasî jî eleqe bo dozê nîşan da. Çavdêrên rêxistinên navneteweyî, parlementerên HDPê û parlementer û rêveberên CHPê jî doz şopandin û amaje kirin ku atmosfera salona dozê nîşan dide ku tê xwestin bi lez û bez doz were encamdan û sizayek sivik jê derbikeve.

Parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Hişyar Ozsoy destnîşan kir: “Em hêvî dikin ne wisa be lê tiştê em dibînin ew e ku ev doz jî dê di bîrên tarî yên Enqereyê de were windakirin. Dixwazin bi lez û bez bêhiqûqî biryarê bidin.”

Parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî eşkere kir: “Di hundir de hiqûq tine ye. Dadgeh gumanbaran diparêze. Bi hewildanên mafnasan û raya giştî dozname bi zorê hat amadekirin. Nexwe dozname jî nedihat amadekirin.”

Dîrektorê Rêxistina Navneteweyî ya Lêborînê yê Tirkiyeyê Tarik Beyhan diyar kir: “Dema em hatin vê derê me hêviya darazek bêalî û dadperwer dikir, lê di hundir de me dît ku ne wisa ye. Ev yek ji bo îmaja Tirkiyeyê ne baş e.”

Piştî dozê Turkan Elçî ku wek parêzer tevlî doza Tahîr Elçî bû, daxwaznameya xwe ya ku ji aliyê dadgehê ve nehatî qebûlkirin xwend û amaje kir ku ew dixwaze daraz bêyî ku bimîne bin bandora siyaset  û kesên xurt de biryareke dadperwerane û li gor pîvanên hiqûqê biryarê bide. Hat ragihandin ku doza Tahîr Elçî bo 3ê Adara 2021an hatiye paşxistin.