Li Almanyayê kovareke nû ya Kurdî – Almanî: ŞEVA YELDA

Li herêma Hessen a Almanyayê, Komeleya Civata Kurd a Rhein-Main kovareke nû ya Kurdî – Almanî ya bi navê "Şeva Yelda" weşand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Hessen a Almanyayê, Komeleya Civata Kurd a Rhein-Main kovareke nû ya Kurdî – Almanî ya bi navê "Şeva Yelda" weşand.

Kovara Şeva Yelda li bajarê Offenbach am Main yê ser bi Frankfurtê, ji aliyê tîmeke xort ve tê weşandin û edîtoriya wê Fatma Şeker û redaksiyona kovarê Buşra Delikaya dike.

Di nav nivîskarên kovarê de; Dilan Tekin, Dilek Tekin, Dogan Bayram, Firat Erinç, Azad Satici, Sercem Yildiz, Ali Firat Nehir û Mesut Kizmaz cih digrin.

Kovara ku bi dirûşma "Hêvîdar bin, piştî reşê rewşen tê" dest bi weşanê kir, dê di destpêkê de her şeş mehan carekê derkeve.

Di kovarê de zanyariyên li ser ziman, çand, erdnîgarî, dîrok û muzîka Kurdî hene û derbarê kesayetên navdar ên Kurd de nivîsên giranbuha cih digrin.

Kovara Şeva Yelda ji 28 rûpelan pêk tê û hemû nivîsên di kovarê de bi her du zimanên Kurdî û Almanî têne weşandin.

Li ser armanca du zimanî ya kovarê, di nivîsa destpêkê de edîtora kovarê eşkere kiriye: “Mebesta derxistina vê kovarê jî em dikarin bi kurtî wisa diyar bikin. Em dixwazin ku ji bo ciwanên Kurd ên ku bi Kurdî nizanin, li ser çand, dîrok, ziman, edebiyat û coxrafya Kurdî, çavkaniyeke bi zimanê ku ew herî baş dizanin amade bikin. Da ku ew jî bikaribin di derheqê Kurd û Kurdistanê de bigihin zanyariyên rast û dirust. Ji bo kesên ku dixwazin hînî Kurdî bibin jî (çi Kurd, çi jî Alman) em kovara xwe bi du zimanan derdixin.”

Kovara Şeva Yelda li Almanya û li welatên ku bi zimanê Almanî jî diaxivin, bi rêya abonetiyê dixwaze xwe bigihîne xwendevanan. Herwiha xwendevan dikarin bi rêya e-peyamê ([email protected]) bi kovarê re têkevin têkiliyê.