Serê Kaniyê.. Grûpên çekdaran bi “ala DAIŞê” li dijî Macron derketin

Li bajarê Serê Kaniyê yê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, bi ala DAIŞê û Bereya Nusrayê li dijî Fransa û Serokê wê Emmanuel Macron xwe pêşan dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Serê Kaniyê yê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, bi ala DAIŞê û Bereya Nusrayê li dijî Fransa û Serokê wê Emmanuel Macron xwe pêşan dan.

Piştî bûyera serjêkirina mamosteyekî Fransî ku karîkatêrên li dijî “Pêxemberê Îslamê” nîşan dabûn, xwepêşandanên nerazîbûnê li gelek cihan derketin.

Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê yê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, bi ala DAIŞê û Bereya Nusrayê xwepêşandanên nerazîbûnê hat kirin û tê de ala Fransayê û wêneya Serokê wê Emmanuel Macron hatin reşkirin.

Xwepêşandana îro ya li Serê Kaniyê piştî wê yekê tê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan êrîşî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron kir.