Huda-Par: Em ji bo tifaqa Kurdî amade ne

. Sekreterê Giştî yê Huda-Parê, li ser pirsa Kurd sekna hikûmeta Ak Partîyê jî rexne dike û dibêje, "li beramberî pirsa Kurd helwesta hikûmetê her diçe bi paş ve diçe."

Enqere (K24) – Li Tirkiye û bakur li ser egera hilbijartinekê pêşwext nîqaş û gengeşe berdewam dikin. Partîya Doza Azad Huda-Par jî li ser egera hilbijartinekê pêşwext amadehîyên xwe yên kongreya mezin berdewam dike. Sekreterê Giştî yê Huda-Parê Şehzade Demîr, li ser mijarên di rojevê da ji bo K24ê axivî û got, ew wek partî bo hilbijartinekê pêşwext hazir in û ew xwe niha nêzî Tifaqa Cumhurê û Tifaqa Miletê nabînin. Sekreterê Giştî yê Huda-Parê, li ser pirsa Kurd sekna hikûmeta Ak Partîyê jî rexne dike û dibêje, "li beramberî pirsa Kurd helwesta hikûmetê her diçe bi paş ve diçe."

Ev demek e di rojeva sîyasî ya Tirkîyeyê da daxwaz û gotegotên li ser hilbijartinekê pêşwext didomin. Partîyên mixalefetê daxwaza hilbijartinekê pêşwext dikin, lê belê partîya desthilatê vê daxwaz red dike û dide zanîn wê hilbijartinên giştî di dema xwe di Hezîrana 2023yan da bêne kirin. Partîya Doza Azad Huda-Para ku di hilbijartina bê da dikare bi nav û logoya xwe tevlî hilbijartinan bibe, ev demekî ye li bajarên Tirkîye û bakur kongreyên xwe yên bajêr û navçeyan lidar dixe.

Sekreterê Giştî yê Huda-Parê Şehzade Demîr, li ser mijarên di rojevê da ji bo K24ê axivî. Demîr li ser egera hilbijartinekê pêşwext dibêje, ew wek partî hazir in û ew xwe niha ne nêzî Tifaqa Cumhurê û ne jî nêzî Tifaqa Miletê dibînin.

Şehzade Demîr, li ser polîtîkaya hikûmetê ya meseleya Kurd dide zanîn ku, helwesta hikûmetê her diçe bipaşve diçe û destkeftîyên Kurdan ji dest diçin.

Sekreterê Giştî yê Huda-Parê Demîr, li bakur li ser tifaq û peywendîyên di navbera partî û hereketên Kurdan da jî da destnîşan dike ku divê Kurd tifaqa xwe pêk bînin û ew wek Huda-Par ji bo Tifaqa Kurdî amade ne.

Partîya Doza Azad Huda-Para ku di sala 2012an da hatîye damezrandin ji bo çareserîya pirsa Kurd, di bingeha maf û azadîyên mirovî, neteweyî û îslamî da perwerdehî û fermîbûna zimanê Kurdî û wekhevîya welatîbûnê pêşnîyaz dike