Li Serê Kaniyê di teqînekê de 4 kes hatin kuştin û birîndarkirin

Li Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê di teqînekê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Serê Kaniyê rojavayê Kurdistanê di teqînekê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî  motorsîkleke bombekirî li gundê Elî Baciliye yê Serê Kaniyê teqiya û di encamê de kesekî sivîl canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn, yek ji wan zarok e.

Ev teqîne di demekê de ye, pêr jî bombeyek li bazara sebzeyan a Serê Kaniyê teqiyabû û di encamê de kesekî sivîl canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li herêmên rojavayê Kurdistanê EfrînGirê Sipî û Serê Kaniyê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin, her car teqîn çêdibin û welatiyên sivîl dibin qurbaniyên wan teqînan.