Ji ber şerê PKK û Tirkiye 117 gund hatine valakirin!

Sîdekan ser bi navçeya Soran e û bi parêzgeha Hewlêrê ve girêdayî ye.

Sîdekan (K4) - Rêveberê Bajarokê Sîdekan dibêje, "Artêş û leşkerên Tirkiyeyê 30 kilometreyan derbasî nav axa Kurdistanê bûye.

Sîdekan ser bi navçeya Soran e û bi parêzgeha Hewlêrê ve girêdayî ye.

Rêveberê Sîdekan Ihsan Çelebî ji Kurdistan24ê re got, "Niha hêzên Tirk tenê 6 kîlometreyan nêzî navenda bajarê Sîdekan in."

Her wiha wiha dibêje:

"Ji 264 gûndên ser bi vê navçeyê ve 117 jê hatine valakirin.

1400 donim milk û zêvî, rez, bax û baxçe di şerê PKK û Artêşa Tirkiye de wêran bûn."

Bajarokê Sîdekan dikeve ser sêgoşeya sînorê nevbera Iraq, Îran û Turkiyeyê. Ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ye.

Di warê rûberê erdê ve mezintirîn bajarokê li ser asta herêma Kurdistan û Iraqê ye.

Ev bajarokê têr ber û berhem zêdetir ji 30 salan e di navbera PKK û Tirkiyeyê de qada şerî ye. Ji 264 gundan 117 gund vala bûne.

Tirkiye bi hinceta PKK'yê bi kûrahiya 30 kîlometreyan derbasî herêma Kurdistanê bûye. Heta niha zêdetir ji 70 welatiyên sivîl li vê deverê şehîd bûne.