Hikûmet: Sibe li balafirgehê merasîma cenazeyê Firset Sofî dê were sazkirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku sibe termê Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî dê bigihîje Hewlêrê û li balafirgehê merasîma cenazeyê were lidarxistin.

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku sibe termê Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî dê bigihîje Hewlêrê û li balafirgehê merasîma cenazeyê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîr û Parlemento û aliyên siyasî were lidarxistin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiya malbat û xizmên rehmetî û temamê xelkê Kurdistanê û Parêzgeha Hewlêrê dixwaze.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Dr. Firset Sofî weke mirovekî sade û niştimanperwer di wê demê de ku postê Parêzgariya Hewlêrê wergirtibû, bi awayekî berdewam dixebitî û di vê dema kêm de jî dewsa destê wî li hemû warên îdarî û xizmetguzariyên vê parêzgehê de diyar e.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku aramî bide malbat û xizmên wî û ruhê wî bi bihişta berîn şad bike.”

Li ser merasîma cenazeyê Firset Sofî hatiye eşkerekirin: “Sibe pêncşemê 19ê Mijdara 2020an, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Parlmentoyê, Cîgirê Serokwezîr, wezîr û parlemter û aliyên siyasî, merasîma anîna termê rehmetî, li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê dê were lidarxistin û li bajarê Hewlêrê were veşartin.”