“Çeteyên ser bi Tirkiyê ve kenîseyeke Serê Kaniyê didizin”

Çeteyên ên Tirkiye piştevaniya wan dike, bi dizî û talankirina herêmên dagîr kirine berdewam in. Vê carê jî kelûpelên kenîseyeke Serê Kaniyê dizîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên artêşa Tirkiye piştevaniya wan dike, bi dizî û talankirina herêmên dagîr kirine berdewam in. Vê carê jî kelûpelên kenîseyeke Serê Kaniyê dizîn.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, rêxistinên terrorist alav û kelûpelên nava kenîseya Mar Toma li taxa Kenayis ya Serê Kaniyê dizîn. Li ber çavê desthilatên Tirkiyê jî tiştê didizin derdixin derve.

Wê ajansê diyar kir jî, hêzên Tirkiyê û çeteyên ser bi wê ve, destê xwe danîne ser zeviyên berfireh ên gundên Serê Kaniyê û rê nadin gundî zeviyên xwe biçînin.

Tekez kir jî, grûpa Firqeya El Hemzat roja 10ê vê mehê bi zora çek destê xwe danî ser bi sedan hiktar ji zeviyên gundên Diwêrê, Mesacid, Til Birim, Weteniyê û Hirdanê yên Serê Kaniyê.

Pêştir bi dehan raport ji aliyê rêxistinên pêwendîdar derketin ku artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi wê ve, bi dehan şûnwar, cihên dîrok, perestgehên olî (bi taybet Êzdî û Kirîstiyanî) li herêmê rojavayê Kurdistanê yên dagîr kirine dizîne û talan kirine.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin her sê herêmên rojavayê Kurdistanê Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dagîr kirine û ji bilî dizî, talan, kuştin û revandina welatiyên kurd, bi awayekî sîstematîk demografiya wan herêman diguhêre.